Li navenda navçeya Soran şunwarek hat dîtin ku dîroka wê digihe beriya heft hezar salan. Ev şûnwar ji aliyê tîmek arkeologên Îspanî ve hatiye dîtin.
Ev du heftene tîmek ya Zanîngeha Otonomî ya Barselonaya Îspanyayê bi hemahengî û hevkariya Beşa Şunwaran a Zanîngeha Selahedîn li gel rêveberiya şunwaran a Soran, li ser Girê Banehêlk yê li navenda navçeya Soran dest bi vekolînê kirine.
Ev pêncemîn care li ser heman girî karê vekolînê tê kirin, li ser gir piştî nîv metre erd hat kolandin, gelek parçeyên cûda yên dîrokî hatin dîtin.
Mamostayê Beşa Şunwaran a Zanîngeha Selahedîn Nerîman Xanerehîm derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî û got: “Ev şunwar ji bo Soran giringiya xwe heye. Ji berku ev yek nîşan dide ku heft hezar sal ji beriya niha mirov li vir jiyan kirine û şaristanyet hebû. Di wê demê de mirov ji çiyayan hatine xwarê, sewalan xwedî kirine, çandinî kirine û cerikan çêkirine.
Şunwarê Girê Banehêlk di sala 1954’an de ji aliyê tîma arkeologên zanîngeha Şikago ya Amerîkî ve hatiye dîtin û karê lêkolînê li ser kirine. Ev pênc salin jî tîmek arkeologên Zanîngeha Otonom a Barselonaya Îspanyayê li gel beşa Şunwaran a Zanîngeha Selahedîn û rêveberiya şunwaran a Soran kar li ser girê navborî dikin.
Li gor gotina Nerîman Xanerehîm, di encama karê kolandinê de gelek paşmayên şunwarî yên giring hatine dîtin. Nerîman got di nava şunwarên hatine dîtin de, parçeyên kanzayên serê tîran, mistîle, cerên dema Sasaniyan, yên serdema berî Îslamê û heta serdema Helef ku ji hemûyan kevintire û dîroka wê digihe berî zayînê bi heft hezar salan hene.
Seroka Tîma Arkeologên Îspanî Ana Gomez jî diyarkir ev du heftene karê vekolînê li cihê navborî dikin. Gomez da zanîn wan karê vekolînê li gir sekinand û wê herin cihek din vekolînên xwe berdewam bikin.
Ana Gomez da zanîn Girê Banehêlk di warê dîrokî û şunwaran de giringiyek xwe ya zêde heye. Ana got, “Ev şunwarek kevne û dîroka wê digihe berî heft hezar salan. Me îsal encamek baş bidest xistiye û cara bê emê vekolîna xwe hîn zêdetir bi pêş de bibin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye karê vekolîna şunwarê li Girê Banehêlk bi dawî hat, tevayî şunwarên hatin dîtin bi naylon û paçan hat nixûmandin, ta demsalek din wê karê vekolînê têde were sekinandin.
(kş)