Li Teqteq gelek mal dibin avê de man

Ji ber bilindbûna ava Bendava Dukan gelek malên li bajarokê Teqteq ê ser bi navçeya Koyê a ser bi Hewlêrê dibin avê de man.


Li herêma Kurdistanê duh baranek zêde barî û bû sedemê lehiyê. Barana zêde bû sedem ku ava Bendava Dukanê zêde bibe. Ji neçarî hinek ava ji Bendava Dukanê hate berdan. Ji ber berdana bendavê gelek malên li Tqteq û cihên geştiyarî û gelek cihên din yên li nêzî bendavê bin avê de man.  

(nr)