Mîrasekî dewlemend a Kurdî ji bo gelê xwe hişt: Kemendî

Ji berî 6 salan hunermendê mezin ê Kurd Ebas Kemendî koça dawî kir. Ebas Kemendî di jiyana xwe de ji bo hunera Kurdî gelek xizmet kir. Mîrasekî dewlimend a hunerî ji bo gelê xwe hişt.


Di 22'ê Gulana 2014'an de Hunermendê Kurd Ebas Kemendî ji ber pençeşêra xwînê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û li warê xwe koça dawî kir. Li Goristana Asawle ya Sineyê hate veşartin.

Kemendî di sala 1952'an de li bajarê Sine ji dayik bûye. Herwiha ji zarokatî ve xwedî taybetmendiya dengbêjî û nîgarkêşiyê bû. Di temenê 22 salî de zewicî û bû bavê kurek û du keçan. Di 13 saliyê de yekem helbesta xwe dinivîse.

Kemendî ji derveyî hunera muzik û stran gotinê, di warê wênekêşî, şano, sînema û wêjeya Kurdî de jî şareza bû. Nêzî 35 salan li Radyoa Dengê Sine de şar kir.

Kemendî sibeha 22'ê Gulana 2014'an de di temenê 62 salî de ji ber nexweşiya pençeşêra xwînê û rawestina dil koça dawî kir. Ebas Kemendî li Goristana Asawle ye Sine û li cihê bav û bapirê xwe hate veşratin.

Hinek ji berhemên Ebas Kemendî

4 albûnên stranan ên bi navê Gelawêj, hewraman, Pirşeng û Kîjî Kurd.

Nivîsandina pirtûka wêje û folklora Kurdistanê ku 5 hezar rûpele. Li Pirtûkxaneya Ferhengî ya Taranê hatiye parastin.

4 roman nivîsandine.

Seneryoya 20 filmên kurt û dirêj nivîsiye

2 pirtûkên helbestan bi zimanê Kurdî û Farisî nivîsandiye.

Nêzî 100 tabloyên cur bi cur çêkirine.