Nermîn Kawanî: Dixwazim rola jinek şervan bilîzim

Hunermend Nermîn Kawanî yeke ji jinên aktor ên Kurde, bi rêya Rojnews'ê sedemê derneketina xwe ya di nava çar salên borî û astengiyên li beramberî jinan di warê hunerî de derdikevin anî ziman. Herwiha nîşandana diramayên Tirkî weke zilmek li ser civakê binavkir û eşkere kir ku ew dixwaze di dema xwe ya pêşde rolê şervanek jin a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bilîze.


Nermîn Ehmed  bi nasnav Nermîn Kawanî yeke ji aktorên binav û denge di warê şano û diramayên Kurdî de. Bi salane di vî warî de kar dike. Li sala 1976'an li Silêmanî ji dayîkbûye. Qonaxên xwendina xwe û Beşa Şano li Peymangeha Hunerên Xweşik a Silêmanî temam kiriye. Du zarokên wê yên binavê Huzak û Huzar hene. Niha li dibistanek ya Silêmanî mamostatiya hunerê dike. Di 9 dirama û 20 şanoyan de cih girtiye. Herwiha di şeş filmên dirêj, du kurte film û filmek sînemayî yê binavê Ferhad û Şîrîn de cihgirtiye.

Nerîman Kawanî çawan dest bi karê hunerê kiriye?

Nermîn Kawanî wiha qala destpêkirina karê xwe yê hunerî ji Rojnews'ê re dike; "Ez ne jinava malbatek hunerî têm, Mamosta Mufeq Arif Lihunî biminre bû alîkar ku ez bibim aktorê şano yê. Ez wê demê li refa 3 ya dibistana navîn bûm. Piştre ez çûm Peymangeha Hunerên Xweşik, di destpêkê de beşdarbûna şanoyê ji minre xerîb dihat, herwiha ez ne difikirîm ku ezê bibim akotorek, ji berku malbata min ne malbatek hunerî bû. Lê piştî mamostayên min yên peymangehên jimin re gotin jêhatina te heye,ev yek îlham dan min ji bo ez hîn zêdetir ji şanoyê hezbikim û berdewam bikim."

'Ger malbat piştgirî neke nikarî bibî hunermend'

Têkildarî piştgiriya malbata xwe Nermîn Kawanî got; "Livê derê her jinek bixwaze karê hunerî bike, malbata min jî gelek piştgiriya min kirin, herçendî ku astengî hebûn û heya niha jî berdewame, ji berku ez jinim, civaka me di aliyê dînî de girtiye. Herwiha ji berku dayîkim nikarim hemû demê xwe ji bo hunerê veqetînim. Bi taybet dema beşdarî film û diramayan dibim astengî destpêdikin û bandora xwe li ser bîneran jî çêdike. Lê belê aktorê şanoyan kêmtir rastî astengiyan tên."

'Jin û aktortî li Kurdistanê gelek zehmete'

Têkildarî pêşwaziya gel ji bo karên hunerî jî Nermîn Kawanî wiha axivî; "Ez ji vê yekê baş têgihiştim ku mirov jin be, aktor be û li Kurdistanê be tiştek gelek zehmete. Lê heskirina gel sermayeyekî mezine û hestek xweşe dema bîner te bi serkeftî dibînin û daxwaza berdewamiyê li mirov dikin. Ev yek ji pere û ciwantiyê giringtire."

Çima Kawanî ev çend saleke derneketiye?

Nermîn Kawanî ku ev çend saleke derneketiye sedemê dernektina xwe bi van gotinan eşker kir; "Mixabin nêzî çar salin ez di warê hunerî de kar nakim. Ji berku karên baş nine, ez jî naxwazim ji niha û şûnde vegerim ji bo min sekinîn baştire li şûna karek xirab bikim. Derhêneran jî xwe bi paşde kişandine, ji berku kes êdî giringî bi hunera wan nade, hemû dibêjin pere tûneye. Di nava van çend salên ez rawestayîm de min 10 daxwazên karkirinê red kirine, ji berku senaryoya wan ne bidilê min bûn. Ger ne bi dilê min bin, nikarim bi pejirînim."

'Civak rolê aktoran qebûl nakin'

Nermîn Kawanî di dewama axaftina xwe de qala bertekên bîneran ji bo dirama û şanoyan kir demaku aktorek jin rol bilîze û got civaka me negihiştiye wê astê ku qebûl bike aktorek dema rolek bileyîze ne karekterê wî bixwe ye. Kawanî wiha domand; "Di diramaya Jîlemum de lîstim, hemûyan ji min re digotin Nerîman tû çewan karî rolê jinek leşfiroş bileyîzî ji berku tu ne kesek wisanî. Dema ku di wê filmê de rolê jinek xirab lîstim,nihajî wisan dizanin ku ez kesek wisanim. Gelek giringe em têbigihin, ji berku hemû netewek bi çand û hunera xwe tê naskirin."

'Senaryoyek lewaz dibe sedem jin rolek xirab bilîzin'

Li ser pirsa, çima jin rolê kesek har û şermînane dilîzin? Nermîn Kawanî got: "Kesên ku senaryo dinivîsin li gorî mecaziya xwe dinivîsin. Hemû jinek ne xirabe, belkû jina Kurd bi mihrebanî, nazdartî û ciwantiya xwe tê naskirin. Senaryoyên lewaz dibin sedem jin rolek xirab bilîzin."

Têkildarî astengiyên ji bo aktoran derdikevin jî Nermîn Kawanî ev tişt gotin; "Ez hertim di westiyam. Di piraniya filman de min cilê xwe bixwe dibir. Pêwîste pisporê hunera cil, makyaj û pirçê hebe, ne kesek be ji bo te makyaja bûkan çêke. Gelek caran jî cihê ku dîmen lê were girtin nedihat diyarkirin, bi saetan em li cihek di geriyan. Çawan dibe ku wiha nêzî aktoran bibin. Ev yek tiştek gelek ne guncawe."

'Weşandina diramayên biyanî zilmeke li civakê tê kirin'

Di dirêjiya axaftina xwe de Nermîn Kawanî qala weşandina diramayên Tirkî, Hindî û Îranî kir û got, "Ev yek zilmeke li ser hunera Kurdî. Ev dirama dibin sedem ku bîr û baweriya civakê ji rê derxin. Bi taybet diramayên Tirkî têde zêde fesadî heye û fikrê ciwanên me xirab dikin. Em hunermend di wê baweriyê de ne ev pereyê ku li dublaja filmên Tirkî tê xerckirin,were dayîna berhemên filmên Kurdî wê têra du filman bike. Lê ev yek nayê kirin, ji berku destên ji derve dipişt de hene.  Dixwazin çand û hunera me were jibîrkirin. Wezareta Rewşenbîrî heya niha bêdenge. Ev kanalên sektora taybetin, lê nayê wê watê ku kes ji wana nepirse."

Kawanî dixwaze rolê jinek şervan bilîze

Di dawiya axaftina xwe de Nermîn Kawanî got; "Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku ez bikarim rojek rolê jinek şervan bilîzim ku li gel DAIŞ'ê şer kiriye. Xwezî rolek wisan hebûya kû min xwe xistiba cihê jinek wisan jêhatî de. Ji berku xebata wan xebatek rasteqîne ji bo niştiman û Kurdayetiyê."

(şk)