Li îdareya serbixwe ya Soran ya Hewlêrê Orkestraya Zanîngeha Selaheddîn festîvala salane ya xwe lidar xist û hinek stranên folklorî pêşkêş kir.
Orkestraya Zanîngeha Selaheddîn li îdareya serbixwe ya Soran a Hewlêrê festîvala xwe ya salane duh êvarî lidar xist. Di festîvalê de gelek stran û mûzîka resen a Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Hunermendê Muzîkjen û Mamosteyê Kolêja Hunerên Xweşik a Zanîngeha Selaheddînê Amanc Xazî ji ajansa me re axivî. Amanc Xazî diyar kir ku hunera resen a Kurdî di berê de hunerekî bilind bû û mirov bi awaz û mûzîka Kurdî zewq û xweşiyê digire û got: “Orkestraya Zanîngeha Selaheddîn qasî du sale hatî damezrandin. Her car li bajarekê Kurdistanê festîvala stran û mûzîkê tê li darxistin. Îsal li îdareya Soran hat lidarxistin. Armanca avakirina vê orkestrayê ew bû ku em bibin pirek navbera hunera demborî û hunera niha de. Awaz û stranên ji beriya niha û ya niha bi hev ve girê bidin.”
(fk)