کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Gulan 20, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Panorama 7: Li Herêma Kurdistanê çalakiyên hunerî

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
29/12/2021 - 8:01:23 am
in ÇAND Û HUNER, DOSYA
0 0
A A
Panorama 7: Li Herêma Kurdistanê çalakiyên hunerî
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Li Herêma Kurdistanê di sala 2021’an de gelek çalakiyên hunerî pêk hatin. Herwiha filmên nû hatin hilberîn û di dawiya salê de li Dihok û Silêmaniyê festîvalên filman pêk hatin. Di rojên dawî yên salê de jî li Silêmaniyê festîvala wêjeyê pêk hat.

Îsal filmên Nanê Pîroz, Keçên Rojê, Bê Nîştimanî û Zalaw tevlî gelek festîvalên filman bûn û hatin belavkirin. Herwiha kurtefilmê têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedan û dîroka PKK’ê de li Ranya hate pêşandan.

Tevî ku li Herêma Kurdistanê rewşa siyasî nedest dayîbû, rewşa aborî xerabû û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê berdewam bûn û hewldana şerê Kurd bi Kurd hebû, lê dîsan jî kar û xebatên hunerî û sînemayî nerawestiyan.

Di 1’ê Sibatê de li nav Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebce bi amadebûna malbat û hevrêyên wî û hunermend û beşek ji berpirsê bajêr perde li ser peykerê Nivîskar û Helbestvan Osman Mihemed Hewramî hate rakirin.

Hurmend Emal Seîd Kurde di roja 21’ê Çile de berhema xwe ya herî nû ya bi navê Zeng parve kir. Bi riya berhema xwe rexne li desthilata Herêma Kurdistanê dikir û bal kişand ser rewşa xerab a xelkê Herêma Kurdistanê.

Di 9’ê Sibatê de bi navê ‘Kernava Sirûşt’ pêşangeha hunerî li bajarê Helebce hate vekirin.

Koma Awazên Çiya ji bo bîranîna Berxwedana Gare di 3’yê Adarê de  klîba bi navê ‘Cenga Gare’ parve kir.

Di 8’ê Adarê de, bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê li Helebce pêşangehek şêwekarî ji bo Çiro Selahedîn hate vekirin ku tevahiya berhemên wê li ser serkeftin û rûmeta jinan bû.

Bi nêzîkbûna salvegera kîmyabarana Helebce çalakî pêk hatin. Di 10’ê Adarê de bi pêşangehekê 40 wêneyên belgeyî yên kîmyabarana Helebce pêşandan ku 34 jê cara yekem bûn hatin nîşandna.

Herwiha di 11’ê Adarê de li Hola Emneseroke ya Silêmaniyê, bi merasîmekê qurbaniyên kîmyabarana Helebce hatin bibîranin. Di bîranînê de pêşangehek wêneyan birînên Helebce hate vekirin. Di heman rojê de 120 şêwekarên Başûrê Kurdistanê û bi taybet ên Kerkûkê li ser Kelha Kerkûkê pêşangehek vekirin. Ji hemû neteweyên Kerkûkê tevlî pêşangehê bûn.

Di 27’ê Adarê de, li navçeya Kelar a Germiyan bi boneya Roja Cîhanê ya Şanoyê, şanoya ‘Wê kîjan hizb bibe’ hate lîstin. Naveroka wê li ser pêşwaziya di navbera partiyan de bû.

Di 11’ê Nîsanê de di çarçoveya 33 salvegera enfalê de, şanoya ‘Em enfalkiriyan ji bîr nekîn’ hate pêşandan. Şano li ser riya li hemberî Nexweşxaneya Şêrew Neqîb ya Kelarê hate lîstin.

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên di 23’yê Nîsanê de, li navçeya Ranya, kurtefilmek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedan û dîroka PKK’ê hate pêşandan.

Di 26’ê Nîsanê de derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Dilşad Ehmed li Swêdê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Di 5’ê Gulanê de bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li Helebce filmê ‘Ji bo azadiyê’ hate pêşandan. Film qala berxwedana gelê Kurda li Bakurê Kurdistanê

û Sûrê dike.

Di 6’ê Gulanê de Talîb Resûl li dijî dagirkeriyê stranek got û têde ji gelê Kurd xwest ku êdî li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Di 7’ê Gulanê de Hunermend Hesen Şerîf li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê û bi taybet Behdînan stranek parve kir û dijberiya xwe ya li dijî dagirkeriyê anî ziman.

11’ê Gulana Koma Şehîd Vejîn ku ji komek ciwanên hunermend ên Germiyan pêk tê, vîdeo klîpa xwe parve kirin û bi navê Şehîd Hozan Mizgîn pêşangehk vekirin.

Di 25’ê Gulanê de li Otela Ramada ya bajarê Silêmaniyê 24’emîn festîvala Gelawêj pêk hat.

29’ê Gulanê Hunermendê Şêwekar Ednan Ebdulqadir ê ji Kelar bi navê ‘Lûtkeya Harmonî’ li ser asta Rojhilata Navîn pêşangeha herî mezin vekir. Di pêşangehê de hezar tablo nîşan da. Piraniya tabloyên wî yên şehîdan û berxwedana gerîla û şervanan bû.

Di 31’ê Gulanê de Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebce li Otela Mistefa Zelmî konsereka mûzîk û strana ji bo Koma Mûzîkê ya Ajwan a Sine lidar xist.

Di 19’ê Hezîranê de Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya bajaroka Warmawa ya ser bi Şarezûr a Silêmaniyê şahiya stran û mûzîkê ji bo Hunermend Luqman Selîm lidar xistin. Di şahiyê de ji bo berhemên destê jinan pêşangehek hate vekirin.

Di 21’ê Hezîranê de filmê ‘Bê Nîştiman’ yê Derhêner Turc Eslanî piştî ku Festîvala Berlînê bû, li Herêma Kurdistanê hate pêşandan.

Di berdewamkirina çalakiyên hunerî de, di 1’ê Tîrmehê de Hunermend Şeyda Qewamî klîba xwe ya herî nû ya bi navê ‘Hêza Jin’ weşand.

Di 10’ê Tebaxê de li Hewlêrê pêşbirka wênekêşanê ji bo 700 zarokan hate vekirin. 7 rojan berdewam kir. Zêdetir bala zarokan li ser jîngeh û xwezayê bû.

Di 24’ê Tebaxê de Koma Şehîd Serdeşt li Germiyan klîba xwe ya herî nû ya bi navê ‘Asoya Gel’ belav kir û pêşkêşî berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê de ne kir.

Di 30’ê Tebaxê de, li Navenda Ciwanên Kelarê ya li navçeya Kelarê konsera mûzîk û strana hate lidarxistin. Di konserê de 8 berhem hatin pêşkêşkirin. Gelek ciwan tevlî bûn.

Di 22’yê Îlonê de Hunermend Casim Saz klîpa xwe ya nû ya li ser Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê Şukrî Serhed parve kir.

Di navbera 15 heta 22’yê Cotmehê de li Hola Kongreya Zanîngeha Dihokê 8’emîn festîvala Filman a Dihokê ya Navneteweyî pêk hat. Herwiha li Hola Sînemayî ya Mazî Mol a Dihokê film hatin pêşand. Festîval ji gelek beşan pêk dihat.

Di 25’ê Cotmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li jêr sêwana Meclîsa Zarokan, Kewana Zêrîn û Weqfa Jinan de 3. Festîfala zarokan bi meşekê destpê kir.

Di 17’ê Kanûnê de li Silêmaniyê 5. Festîfala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî destpê kir.

Festîvalê 7 rojan berdewam kir û 145 filmên ji 35 welatan tevlî bû. Piştî ku di 5’emîn festîvala filman a Silêmaniyê ya navneteweyî de pêşandana filmê ‘Ji bo azadiyê’ hate astengdaririn, weke berteka dijî astengkirina filmê ‘Ji bo Azadiyê’ piştî filmê ‘Dema Dirîreşkan’ belgefilmê Ronak jî ji festîvalê vekişiya.

Di 26’ê Kanûnê de li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna komek nivîskar, wêjevan û hunermendan 1. Festîvala Wêje bi deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpêkir.

 

1 y 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

(ab)

 

 

 

 

Nûçeya berê

Hunermendan piştgirî dan kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’

Nûçeya pişt re

‘Girtina deriyan dikeve xizmeta dijmin de’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Çima PDK li dijî sererastkirina yasa hilbijartinê ye?

Çima PDK li dijî sererastkirina yasa hilbijartinê ye?

Gulan 20, 2022
‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

Gulan 15, 2022

Li ser Gola Fêlaw pêşangeha wêneyan

Orkestraya Zanîngeha Selaheddîn festîvala xwe ya salane lidar xist

Dengê diyar ê xwepêşandanan bi helbestekê li dijî êrişên Tirkiyeyê helwesta xwe diyar kir

Li Soran pêşangeha hunerî

Nûçeya pişt re
‘Girtina deriyan dikeve xizmeta dijmin de’

‘Girtina deriyan dikeve xizmeta dijmin de’

Yên Li Pêş

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

Gulan 19, 2022

Hevserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb  diyar kir ku Zekî Çelebî têkoşer û...

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Gulan 19, 2022

Piştî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî hat qetilkirin, kesayet û aliyên siyasî ji bo sersaxiyê serdana malbata wî...

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Gulan 19, 2022

Malbata Zekî Mihemed Çelebî ku li Silêmaniyê hate qetilkirin ji bo cenazeyê wî derbasî Bakurê Kurdistanê bikin amadekariyan dike. Niha...

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

Gulan 20, 2022

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi beşdariya hemû endaman destpêkir. Di...

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

Gulan 19, 2022

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan  ên ku di navbera 12-17’ê Gulanê de li dar xistin de, 4 leşkerên...

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Gulan 20, 2022

Endamekî Serkirdayetiya YNK’ê serdana malbata Mihemed Zekî Çelebî ku di êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê hate qetilkirin kir û ji...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist