Pelek ji dîrokê; Rojnameya Kurdistan – BEŞA – 1

Çarşem, 20 Avrêl 2016 – 08:08 

Pelek ji dîrokê; Rojnameya Kurdistan – BEŞA – 1

Rojnameya Kurdistanê di 22’ê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê dest bi weşana xwe kir. Rojnamegeriya kurdî li ser vê tovê 118 sal in ligel gelek zor û zehmetiyan ber xwe da.


OMER ÎKE / AMED

118 sal berê li Qahîreya paytexta Misirê bingeha rojnamegeriya kurdî ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat avêtin. Piştî malbata Bedirxaniyan ji aliyê Osmaniyan ve sirgûnê Qahireyê bûn malbata Bedirxaniyan dev ji têkoşîna parastina mafê gelê kurd jî berneda. Mîqdad Mîthad Bedirxan di 22’ê Nîsana 1898’an de rojnameyek bi navê Kurdistan derxist ku ev rojname jî bû bingeha rojnamegeriya kurdî. Ji ber vê jî her sal roja 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin.

Kevneşopî didome

Li ser vê bingehê rojnamegeriya kurdî her roj xurttir bû û li gel vê jî gelek xebatên giranbuha hatin kirin. Rojnamegeriya kurdî û rojnamegerên kurd ku bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir heta îro gelek zehmetî kişandin. Gelek caran rojname ji aliyê dewletê ve hatin qedexekirin û gelek caran jî rojnamegerên kurd hatin kuştin û ketin girtîgehan. Lê kevneşopiya çapameniya azad hê jî didome. Ligel vê heta niha bi dehan rojname, televîzyon, kovar û radyoyên bi kurdî weşana xwe didomin hene.

Tova rojnamegeriya kurdî; Kurdistan

Mithad Bedirxan difikirî ku rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe lê ji ber hin zordariyan ev rojname pir rêk û pêk nehat derxistin. Piştî hêjmara yekemîn dewleta Osmanî ev rojname qedexe kir û nehişt ji aliyê gel ve bê xwendin. Ji ber zext û zordariya Dewleta Osmaniyan a li ser Misirê, Mîqdad Mithad Bedirxan jî neçar ma ku vê rojnamê li cihên cuda derxe. Mithad Bedirxan heta hêjmara 6’an ev rojname derxist û piştre birayê Mithad Bedirxan, Evdirehman Bedirxan karê rojnameyê girt ser milê xwe .

Sê hêjmarên ewilî bi giştî kurdî bûn

Rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê hatin derxistin. Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an heta 9’an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20’an heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an heta 29’an li Folkstona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30 heta 31’ê dîsa li Cenewreyê hatine weşandin. Sê hêjmarên ewilî bi giştî kurdî hatin weşandin. Ji van 31 hêjmaran hê jî du hêjmar nehatine dîtin û winda ne. Her hêjmar nêzîkî 2 hezar heb dihat derxistin û bi awayek veşartî li herêmê dihat belavkirin. Dewleta Osmanî ligel qedexekirina rojnameyê kesên ku ev rojname dixwendin jî bi cezayan rû bi rû dihişt.

(oî)

SIBÊ; Berxwedana 118 salan hêj didome

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist