Pêşangeha `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` didome

Pêşangeha Saziya Çand û Hunerê ya Nuger a duh li Hola Tewar a Silêmaniyê bi dirûşmeya `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` hatî vekirîn îro li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê hate berdewam kirin. Di pêşangehê de gelek wêneyên Ocalan hene.  


Pêşangeha `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` a weneyan ku Saziya Çand û Hunerê ya Nuger organîze dike, duh li Hola Tewarî ya li Silêmaniyê hate vekirin. Îro jî ji bo balê bikişînin ser 20'emîn komploya navneteweyî ya 9'ê Comtehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Baxê Giştî yê Silêmaniyê hate vekirin.

Di pêşangehê de wêneyên Ocalan û gelek şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tên nîşan dan.

Welatî eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê didin.

Biryare ku ev pêşangeh heta 15'ê Cotmehê li navçeyên Silêmaniyê berdewam bike.

 

(ab)