Pêşangeha `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` hat vekirin

Saziya Çand û Hunerê ya Nuger li Hola Tewar a Silêmaniyê bi dirûşmeya `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` pêşangeha wêneyan vekir. Di pêşengehê de gelek wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hene.


Pêşangeha wêneyan a ku Saziya Çand û Hunerê ya Nuger organîze kiribû îro saet 14:00`an de li Hola Tewar a Silêmaniyê hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan, gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG û YPJ'ê hatin nîşandan. Di pêşangehê de tabloyên 5 wênesazan hatin nîşandan.

Di destpêka vekirina pêşangehê de Endama Komîteya Amadekar Hewar Mihemed xêrhatina kesên amade kir û got: "Em vê pêşangehê diyarî Rêber Ocalan û tevahî şehîdên Kurdistanê dikin. Em spasiya hemû wênesazên beşdarî pêşangehê bûne dikin."

Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan.

Her wiha li cihê pêşengehê standa pirtûkên Rêberê PKK`ê Abdula Ocalan jî hate danîn.

Hêjayî gotinê ye, pêşangeh wê sibê saet 14:00`an li parka Baxê Giştî bê vekirin. Rojên pêştir jî wê li navçeyên Kelar, Kifrî û Ranya bê vekirin.

(şb)