Pêşangeha `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` li Kelarê ye

Pêşengeha wêneyan a `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` ku di 8'ê Cotmehê de li Silêmaniyê hatibû vekirin, li navçeya Kelar a Germiyan berdewam dike.


Pêşangeha wêneyan a `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` a ku Saziya Çand û Hunerê ya Nuger organîze dike, îro li Hola Şêwekaran a li avahiya Rêveberiya Hunerî û Rewşenbîrî ya navçeya Kelar a Germiyanê hate vekirin. Ev sê roje ev pêşangehe li navendên cuda berdewam dike.

Di pêşangehê de wêneyên Rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan, gerîlayên HPG'ê, şervanên YPG û YPJ'ê û gelek şehîdên Têkoşîna Azadiyê hatin nîşandan. Di pêşangehê de tabloyên 5 wênesazan tê nîşandan.

Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan.

(ab)