Pirtûka 'Kurd neteweyek komkujî lêhatine kirîne' hate nîqaşkirin

Li navçeya Kelar a Germiyanê Grûba Peyv têkildarî Pirtûka 'Kurd neteweyek komkujî lêhatine kirîne' semînerek organîze kir.


Li Navenda Çalakiyên Ciwanan li navçeya Kelar a Germiyanê, Grûba Peyv têkildarî Pirtûka 'Kurd neteweyek komkujî lêhatine kirîne' semînerek organîze kir. Di semînerê de wergervanên Pirtûka 'Kurd neteweyek komkujî lêhatine kirîne' Zagroz Ehmed û Lence Ehmed qala naveroka pirtûkê kirin.

Wergervan Lence Ehmed wiha qala naveroka pirtûkê kirin;"Krîstanya Koîfunen jinek civaknas a Fîlandiye ku derbarê Kurdan de heta niha 8 pirtûk nivîsine. Teza dixtora li ser şerê Bakûrê Kurdistanê nivîsiye. Naveroka pirtûkên wê li ser komkujî û qetilkirin xelkê Bakurê Kurdistanê û li ser Başûrê Kurdistanê ye. Pirtûkekî dîrokî, siyasî û rojnamegerî ye. Bi sûd girtina ji çavkaniya Erebî û Ingilîzî me wergerî zaravaye Soranî kir."

Lence Ehmed eşkere kir ku nivîskara pirtûkê gelek tekezî li ser qurbaniyên jinên Kurd kiriye û got ku li gorî wê jinên Kurd dubaran bûne qurbanî.

Herwiha wergervan Zagros Sebaret li ser naveroka pirtûkê wiha got;"Nivîskar gelek bi hûrî li ser komkujî û kuştina xelkê Bakûrê Kurdistanê, dagirkerî û sitema ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan dike, kiriye."

Zargor got ku nivîskarê xebat û têkoşîna PKK'ê girîng nirxandiye û got,"PKK berteka li hemberî siyaseta şaş a Tirkiyeyê ye. Herwiha çawa ziman yek ji faktûrên serekî yên neteweyîne, lê Tirkiyeyê zimanê Kurdî jî qedexekiriye."

(ab)