Qedexekirin bandorê li rêûresma cilûbergên Kurdî dike

Berê liberxwekirina cilûbergên Kurdî di nav kesên xwedî temenên cuda de çandek bû, niha ev nêrît bi awayekî paşde ketiye. Her sal rojek ji bo cilûbergên hatiye diyarkirin û jêre Roja Cilûbergên Kurdî tê gotin, lê belê li Herêma Kurdistanê ji ber biryara yektîp cil, qedexe ye xwendekar bi cilûbergên Kurdî biçin xwendingehan.


Li Herêma Kurdistanê 10’ê Adarê Roja Cilûbergên Kurdî ye. Sala borî xwendekarên xwendingeh û zanîngehan, her wiha karmendên sazî û dezgehan bi wesîleya vê rojê cilûbergên Kurdî li xwe dikirin. Lê belê ji ber bi sedema tedbîrên li hember vîrusa Koronayê li xwendingeh û saziyan dewam nîne, îsal ev rêûresm li wan deran pêk nayê.

Salên borî di civakê de welatiyên di her temenî de girîngî didan cilûbergên Kurdî. Lê belê di roja me de têkildarî vê mijarê bi awayekî berbiçav paşdeketinek çêbûye. Niha ciwan tenê di munasebetan de cilûbergên Kurdî li ber xwe dikin.

Li Herêma Kurdistanê ji ber pergala cilên yektîp qedexe ye, xwendekar bi cilûbergên Kurdî biçin xwendingehan.

Têkildarî mijarê weke Rojnews me xwest em nêrîna Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd bigirin, lê amade nebû ti agahiyekê bide me.

Xwendekarê dibistana seretayî pola 4’an Diyar Bekir ê îsal bi hêviya rojek be jî li dibistanê bi wesîleya Roja Cilûbergên Kurdî li xwe bike ji xwe re cilek kiriye, ji ber betlaneyê nikare vê hêviya xwe bîne cih.

Diyar der barê mijarê de got, “Dema em rojên normal bi cilûbergên Kurdî diçin xwendingehê mamosteyên me aciz dibin û dibêjin ‘nabe.’ Lê belê em dixwazin bi cilên Kurdî biçin.”

Xwendekarê Qonaxa Yekem a Amedî ya Çandiniyê ya Bekreco Mihemed Mistefa jî ku ji ber nikare bi cilûbergên Kurdî biçe dibistanê nerehet e wiha axivî: “Ji bo liberxwekirina cilûbergên Kurdî tenê rojek me heye, rojên din destûr nadin. Îsal jî ji ber betlaneyê em nikarin li ber xwe bikin.”

Mihemed der barê xwesteka xwendekaran a ji bo cilûbergên Kurdî de got, “Hemû xwendekar di Roja Cilûbergên Kurdî de bi dilxweşî diçûn dibistanên xwe. Ji ber cilên resen ên neteweya me ne. Lê li dibistanan şert e hemû xwendekar bi yektîp cil bin. Nabe kes cilûbergên Kurdî li xwe bikin.”

Têkildarî mijara ku cilûbergên Kurdî li zanîngeh û peymangehan jî qedexe ye, Wezareta Xwendina Bilind dibêje, biryar girêdayî zanîngehan e, zanîngeh jî vê îdîayê red dikin û diyar dikin biryar ji aliyê wezaretê ve tê dayîn.

Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind Ebas Ekrem ê me xwest li ser mijarê nêrîna bigirin, tenê got, “Têkiliya vê bi zanîngehan ve ye û di vê der barê de ti biryarek me nîne.”

Serokê Zanîngeha Silêmanî Doktor Reza Hesen jî têkildarî mijarê diyar kir ku ew li ser şêwazê cilûbergên xwendekaran biryar nadin, li gor biryara Wezareta Xwendina Bilind pêk tê.

Ji ber vê piştguhxistinê bi giştî xelk bi taybet jî ciwan bi rêjeyeke kêm cilûbergan li ber xwe dikin. Tenê di nav kesên temen mezin de cilûbergên Kurdî tên liberxwekirin.

Zana Emer ê xwediyê dikana cilûbergen Kurdî ye, anî ziman ku îsal firotina cilûbergên Kurdî kêm bû û wiha dewam kir, “Ji ber betlaneyê asta firotina cilûbergên Kurdî ji sedî 80-90 kêm bû. Bi taybet jî yên zarokan.”

Zana bal kişand ku eger liberxwekirina cilûbergên Kurdî li xwendingeh û saziyên fermî serbest bibe, gelek kesên ji cilên Kurdî hez dikin wê li ber xwe bikin û got, “Lê belê qedexekirinê wisa kiriye ku tenê kesên bi temen zêdetir girîngiyê bidin cilûbergên Kurdî. Ciwan tenê di munasebetan de li ber xwe dikin.”

(yş)