کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Şahê Dengbêjan: Evdalê Zeynikê

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
14/11/2022 - 7:51:58 am
in ÇAND Û HUNER
0 0
A A
Şahê Dengbêjan: Evdalê Zeynikê
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Evdalê Zeynikê weke şaîrê efsanewî û şahê dengbêjiya Kurdî tê naskirin. Xwedî hunerek taybet a digêdayî xwe bû û bi hezaran kilamên wî hene. Ji gelek dengbêjan re bûye îlham û jê bandor bûne.

Di destpêka 1800’î de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayik bûye û di sala 1913’yî de li gundê Qanciyan a Qereyaziyê koça dawî kiriye. Evdal temenekê pir dirêj jiyaye. Tê gotin ku Evdal 110 salî zêdetir jiyaye û li seranser Kurdistanê geriyaye. Gora wî li gundê Qanciya li ser Qereyaziya Erziromê ye.

Evdal hîn zarok bû bavê wî dimire. Diya wî, Zeynê, jineke pir jêhatî bûye û Evdal  mezin kiriye. Ji ber ku dayika wî ew mezin kiriye, weke Evdalê Zeynikê tê naskirin.

Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û stranên xwe da, xwe wek dengbêjê Surmelî Memed Paşa bi nav bike jî, lê di hemû kilam û stranên xwe da xwe wek Sîwarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike û bi wan mohra xwe li binê kilamên xwe dixe.

Nêzî heştê saliya xwe korbûn tê serê Evdal. Lê paşê tê zanîn ku ava reş hatiye ser çavên wî. Di vê demê de bi qulingeke baskşikestî re dema xwe diborîne. Kalbûn û korbûna xwe gilî dike û ji kurê xwe Temo re dibêje kû bila destê wî bigire û bigerîne. Pêşiya vî rewşa malkambax ew dengbêjiya Surmelî Mehmed Paşa dike. Bi mirina Zor Surmelî Mehmed Paşa derd û perişanî li ser serî wî kom dibin. Jixwe korbûn jî di wê demê de rastî wî tê. Di dawiya emrê wi de çavên wî ji nû ve vedibin. Ji vir şûn de pir najî û jiyana xwe ji dest dide. Li ber sikratê gazî kur û neviyên xwe dike, kilamên herî jê hez dike dibêje bi wan dide gotin û bi wan dide jiberkirin. Wesiyet dike ku bi taybetî kilamên wi yên ”Xweş Dêrsim e” û ”Xozan” bira neyên jibîrkirirn.

Li ser korbûn û hejariya xwe di kilameke xwe da bang li Temo dike û dibêje:

“Evdal digo Temo lawo bavê te kor e, de wî wî Evdal kor e

Ez dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûm, kes nabê kerem bike were jor e

Tu rabe bi destê min bigre, min bavêje ser Ocaxa Şêx Bekirê Sor e

Ew xatekî mezin e, bila gilî gazinê min bibe bigihîne Dîwana Rebê jor e

Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar…”

Evdalê Zeynikê di dengbêjiya Kurd de cihekî pir mezin û taybet digire. Wek şahê Dengbêjan tê naskirin. Herwiha di nava Kurdan de weke dengbêjê destpêkê tê naskirin.

Evdal demeke dûr û dirêj, di Dîwana Surmelî Memed Paşa de dengbêjiyê dike. Di dema koçberkirina Avşarên Kozanê bi Surmelî Memed Paşa re tevdigere.

Taybetmendiyeke wî ya ku wî ji dengbêjên dinê cude dike ewe ku wî kilamên xwe hemû ji ber xwe derdixist tu carî kilamên tu kesî nedigot.

Evdal dema ku dibe çil salî, êdî dengbêjek bi nav û deng û naskirî ye. Di wan sala da dengbêjeke Surmelî Memed Paşa hebûye û navê wê jî Gulê bûye. Gulê qîza keşîşê Filla û di warê dengbêjiyê da jî xwedî huner û zîrek bûye. Gulê ewqas ji dengbêjîya xwe bawer bûye, ku ehd kiriye û wiha gotiye; “Kê ku di warê dengbêjiyê da ji min zêde be û di lecê da ji min bibe, ez dê bi wî re bizewiçim…”

Rojekê Evdal têdigihîje ku Surmelî Memed Paşa û Gulê li Xamûrê beşdarî dawetekê dibin. Evdal jî ji Cemalverdiyê derdikeve, berê xwe dide Xamûrê û tere li kuncikeke dîwana ku Surmelî Memed Paşa bi giregirên herêmê re rûnîştiye, cîhê xwe digre. Di dîwanê da Gulê distirê û çavê xwe li ser civatê digerîne. Dema ku çavê wê bi Evdal dikeve, Gulê di stranê da merhabatîyê li Evdal dike û dibêje:

“Lo mêvano tu bi xêr hatî, ji ku tê yî, ku da diçî

Ji bo çi xizmetê hatî, tu bi xêr û silamet biçî…”

Gulê hê gotinê xwe neqedenadî ye, Evdal firsenda ku ketiye dest wî naxwaze birevîne, dest davêje guhê xwe û bersiva Gulê dide û dibêje:

“Ez şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê me

Li Serhedê qesasê serê şair û dengbêjê xelkê me

Ez ku biqêrim, dengê min ji vir here erdê Ecem e

Ez ji rêya dûr hatime, Gulê ez îro mêvanê te me…“

Bi vê destpêkê Evdal û Gulê dikevin pêsîra hev û dueta wan sê roj û sê şevan berdewam dike.

Di dawiya sê roj û sê şevan da Gulê dibêje:

“Evdal tu were destê min bigre, emê herin mala me ye

Ezê ji te ra daynim orxan û doşegên qedîfe ye

Ezê ji te ra çêkim birincê Qerecdaxê bi sûzme ye

Ezê ji te ra çêkim cotek gorê Kurmanciîyê dîzleme ye

Tu ku vegeriyayî, ji te pirs kirin gotin îkrama Gulê çî ye

Bêje îkrama Gulê ji serê heftê û heft bavê min zêde ye…”

Li beranberî van gotinên Gulê, Evdal jî wiha dibêje:

“Wey can Gulê wey can Gulê, bejnziravê, wek qamişê devê golê

Çavê reş in bi rengê hubrê, pozbîvilnê ji nikulê kewê

Lê dixe sura Qetewînê, bayê Sîpanê, hewa Bilêcanê

Gulê te ez kuştime bi zarê şirîn û bi vê xeberdanê…”

Li Kurdistanê û Ermenistanê gelek dengbêjên navdar ên wekî Şakiro, Reso, Şeroyê Biro, Evdilkerîm, Karapêtê Xaço rasterast kilamên Evdal gotine. Bandora Evdal li ser van pir berbiçav e. Ango ev dengbêj, xwendekarên dibistana Evdalên Zeynikê ne, herçiqas ji van gelekan Evdal nedîtibe jî.

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kiriye, li ser dengbêjê Kurd ê navdar Evdalê Zeynikê lîstikeke şanoyê amade kiriye.

Mehmed Uzun romana ‘Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê’ li ser jiyana Evdalê Zeynikê nivîsandine. Herwiha li ser gelek klam, stran hatine gotin. Li ser bi dehan nivîs û pirtûk li ser hatine nivîsandin.

(ab)

Nûçeya berê

Elî Kerîmî: Şoreşa ku PKK’ê ji bo jinê pêkanî ne kême û divê cîhan bibîne

Nûçeya pişt re

Baregeha Hizba Demokrat ya Îranê hate bombebaran kirin-Hate Nûkirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Wê sibe fîlmê ‘Kobanê’ were weşandin

Wê sibe fîlmê ‘Kobanê’ were weşandin

Rêbendan 25, 2023
Kejal Nurî li ser gerîlayên azadiyê helbestek nivîsand

Kejal Nurî li ser gerîlayên azadiyê helbestek nivîsand

Rêbendan 24, 2023

Dengek zindî: Mamlê

Wê filmê Jan li Silêmaniyê were nîşandan

‘Hêza ku hunerê ji bo guhertina civakê heye, tiştek din nîne’

Temaşevanên fîlma Kobanê: Fîlma Kobanê yek ji fîlmên herî baş û girîng e

Nûçeya pişt re
Baregeha Hizba Demokrat ya Îranê hate bombebaran kirin-Hate Nûkirin

Baregeha Hizba Demokrat ya Îranê hate bombebaran kirin-Hate Nûkirin

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist