‘Şirket û şaredarî xaniyên dîrokî yên Silêmaniyê xera dikin’

În, 22 Nov 2019 – 08:30  BERHEM LATİF/ROJNEWS

‘Şirket û şaredarî xaniyên dîrokî yên Silêmaniyê xera dikin’

Endamê Desteya Bilind a Kampanyaya Parastina Cihên Dîrokî û Çanda Şaristaniya Kurdistanê, Nizar Mihemed got, “Şaredariya Silêmaniyê û şîrketa Nokan wê xaniyên dîrokî yên Silêmaniyê xera bikin û li şûna wan jî wê ji bo şîrketê avahiyan çêbikin.”


Berî niha bi çend rojan li ser navê Desteya Bilind a Kampanyaya Parastina Cihên Dîrokî û Çanda Şaristaniya Kurdistanê, têkildarî xaniyên dîrokî yên li Silêmaniyê nameyek vekirî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, partiyên Kurd, polîtburoya YNK’ê û Waliyê Silêmaniyê re şand.

Endamê Desteya Bilind a Kampanyaya Parastina Cihên Dîrokî û Çanda Şaristaniya Kurdistanê Nizar Mihemed têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got, “Kampanyaya me gihişt walîtî, qeymeqamtî û navenda polîsan. Wan soz dan ku piştgiriya me bikin. Polîsan çend kesên hewl dane wan xaniyan xera bikin girtine.”

Nizar Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan: “Şaredariya Silêmaniyê û Şîrketa Nokan wê xaniyên dîrokî yên Silêmaniyê xera bikin û li şûna wan jî wê ji bo şîrketê avahiyan çêbikin. Kampanyaya me jî ji bo ew xanî neyên xerakirin daxwaz dike ku rê li ber vê Şîrketa Nokan bê girtin û şaredarê Silêmaniyê bê cezakirin.”

Nizar Mihemed der barê parastina xaniyên dîrokî de ev agahî dan: “Parlamentoya Iraqê têkildarî parastina van xaniyan ji şaredariya Silêmaniyê re nivîs şand. UNESCO ji bo dîtina van xaniyan heyetek şandiye. Dîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê têkildarî vê mijarê qanûnê derdixe.”

Nizar Mihemed wiha domand: “Em ê serdana çend deverên din jî bikin. Em ê biçin cem Qeymeqamtiya Silêmaniyê, Rêveberiya Giştî ya Şaredariya Silêmaniyê û Şîrketa Nokan. Heke ew hewldan feydeyekê nedin, em ê rêyên din ên weke xwepêşandanan pêş bixin.”

Li hemberî wê Rêveberê Ragihandin û Têkiliyan ê Şaredariya Silêmaniyê Zerdeşt Refîq jî xisûsa li şûna xaniyên dîrokî wê Şîrketa Nokan avahiyan çêbike red kir û got: “Xaniyên sîmaya çandî di wan de mane tên nûkirin û tenê yên sîmayên çandî di wan de nemaye tên xerakirin.”

Refîq wiha dewam kir: “Ev xanî milkê şaredariyê ne. Berê bi kirê dabûn. Derfetên mirov karibe di wan xaniyan de bijî nemabû. Rûniştvanên wan jî nikarîbûn nû bikin. Daxwaza tazmînatê kirin û me jî 156 parçe zewiyê xwe li ser wan dabeş kir.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist