Tenê tiliyek wî kar dike lê bi dehan pêşangehên wêneyan vekiriye

Teyîb Mutesîm astengdare, ew hertim li ser kursiyê astengdaran rûniştiye, tenê tiliyek a destên wî kardike. Xwediyê gelek berhemên hunerî ye, xwe bi xwe jî fêrî xwendinê bûye, herwiha yeke ji hunermendên  naskirî li bajarokê Rewandiz ku di warê şêwekarî de kar dike. Heya niha bi dehan pêşangehên hunerî vekiriye.


Teyîb Mutesîm xelkê bajarokê Rewandiz a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Heya niha bi dehan pêşangehên wêne û kirîkatoran vekiriye, Lê ji ber lewazbûna laşê wî ku ji zikmakî de de astengdare, ew niha li ser kompîterê karê xwe berdewam dike. Ji bilî wê li dikana xwe de karê dîzaynkirina pirtûkan dike. Wekî Rojnews'ê me xwest em vî hunermende nasbikin.

Teyîb Mutesîm temenê wî 44 sale, li gundê Seranî yê girêdayî bajarokê Rewandizê ji dayîkbûye. Ji zikmakî de Mutesîm astengdare û hertim li ser kursiyê astengdarane. Ji ber rewşa xwe ya fîzîkî nekariye here dibistanê. Bi hewildanên xwe kariye xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bike. Niha jî tenê tiliyek a destê rastî ya Mutesîm kar dike.

Teyîb Mutesîm niha li nava bazara Rewandizê dikanek ya kirtasiye heye. Xwedî kesayetek rih sivik û evîndarê bajarokê Rewandizê ye. Ji bona wê dikana wî di heman demê de bûye navendek ya kombûna kesên rewşenbîr û hunermendên bajarok.

Ji zaroktî de heskirina Teyîb ji karê çêkirina wêneyan re tê, ew hertim giringî dide vî karî û berdewam dike. Di sala 1993'an de dest bi karê şêwekarî dike, heya niha bi dehan pêşangeh li Rewandiz, Soran û deverên din ên Herêma Kurdistanê vekiriye.

Teyîb Mutesîm ji bilî karê dikana xwe karê dizayna pirtûkan dike, bi jêhatina xwe dikare debara jiyana xwe peyda bike. Teyîb heya niha bi dildarî bergê pirtûkan ji bo gelek nivîskar û helbestvanan çêkiriye.

Jidervey vana Teyîb Mutesîm çalakvaneke di nava rêxistinên sivîl, ne hikmî û pîşeyî de cihdigre. Herwiha xêrxazî beşek dine ji jiyana wî. Di gelek çalakî, festîval û cejnên netewî de rolek berbiçav leyîstiye.

Ji ber ku hêdî hêdî laşê Teyîb Mutesîm lewaz dibe, niha karê xwe yê hunerî li ser kompîterê berdewam dike.

Hevalên hunermend Teyîb Mutesîm qala rolê wî dikin û dibêjin;  Ew hertim dinava çalakiyên rewşenbîrî û hunerî yên Rewandizê de xwedî rolek sereke ye. Tevî rewşa wî ya tendirûstî, lê ew tu deman ji karê xwe dûrneketiye. Karên ku ew dikin cihê matmayînê ye.

Ji ber hunera xwe ya balkêş gelek caran ew hatiye xelatkirin, di piraniya wêneyên wî de xwezaya Kurdistan, komkujiya Helebce, bombebarankirina Qeladizê û jiyana Kurdewarî hatiye xêzkirin.

(şk)