Turnuvaya futbolê ya Binarê Qendîlê bi dawî bû

Li Binarê Qendîlê turnuvaya futbolê ku bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û bi piştgiriya Şaredariya Qendîlê hatibû destpê kirin, bi amadebûna runiştvanên Binarê Qendîlê, malbatên şehîdan, Hevserokên Şaredariya Binarê Qendîlê û nûnerên Ciwanên Welatparêz bi merasîma xelat dayînê bi dawî hat.


Salane li Binarê Qendîlê turnuvaya futbolê bi bejdariya gelek tîmên futbolê yên ji bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.

Îsal  jî bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û bi piştgiriya Şaredariya Qendîlê, turnuvaya futbolê li ser navê şehîd Şahîn Dîcle di 28’ê Tebaxê de hatibû despêkirin.

Di turnuvayê de 24 tîmên futbolê cihê xwe girtin. Maça herî dawî di navbera tîmên Bokrîsan û Delekutir de hat lidarxistin. Di maçê de tîma Bokrîsan bi çar golan li beramberî du golên tîma Delekutir bû yekem.

Piştî maçê xelatên  yekem, duwem ji aliyê bejdarbûyan ve li ser lîstikvanan hatin dabeşkirin.

(şk)