Weşandina rêzefilmên biyanî pêşî li filmên Kurdî digire

 Derhênerên Kurd eşkere kirin ku li kanalên Kurdî de weşandina rêze filmên dublajkirî yên biyanî pêşî li çêkirina filmên Kurdî girtiye û gotin; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsare û ti sansûrek nîne ji bo weşandina rêzefilmên biyanî. Vê jî wisa kiriye ku çêkirina filmên Kurdî rawestin".


Hinek kanalên Kurdî bêyî ku çanda Kurdî  li ber çavan bigirin dramayên biyanî dublaj dikin û diweşînin. Herwiha bûne bazarek a reklamkirina rêzefilm û dramayên Tirkî. Derhênerên bajarê Silêmaniyê Hewraz Mihemed û Tarîq Mihemed ku çend sal in di warê sînema û kurtefilmên Kurdî de derhêneriyê dikin, li ser kêm çêkirina dramayên Kurdî û bandoriya dramayên biyanî li ser civakê ji Rojnews'ê re axivîn.

'Qirkirinek çandî li pişt weşandina rêze filmênTirkî heye'

Derhêner Hewraz Mihemed aliyên peywendîdar rexne kir û got; " Ji aliyê peywendîdaran ve siyasetek ji bo çand, medya û darma nîne. Lewma asta hilberîna dramayên Kurdî lewaz bûye. Ji derveyî vê mezaxtina ji bo hilberîna draman nayê dayîn. Kar ji bo tê kirin, li hember neyekbûn heye. Herwiha hinek dramayênTirkî ku gelek axaftin têde ye, ji derveyî peyama siyasî, çend aliyên reklamkirinê de têde ne. Yek jî wan jî aliyê cilûberge. Dîsan cihên geştiyarê ye. Ev jî aboriya wî welati bihêz dike. Ji derveyî vê beşek din a drama kar li ser vê yekê dikin ku Kurdan asîmîle bikin. Dîsan kar li ser mafyayê dikin.  Ev jî bi awayekî nerasterast di nava drama de heye. Qirkirinekî çandî li pişt weşandina van draman heye."      

     

Hewraz Mihemed bal kişand li ser bandoriya dramayên biyanî li ser ferd û civakê û wiha domand; "Zarokekî temenê wî 5 salî yê ku temaşî van drama dike, heta mezin dibe li gel guhertina çandek cuda çêdibe. Di dawiyê de ziyan digihe çand û neteweya  gel. Piraniya draman ji sûd zêdetir ziyana wan heye. Dema ku berhemên navxweyî nebin baş û xirab diyar nake. Ev jî karasate."

Li ser mijara di hinek kanalên Kurdî de weşandina dramayên biyanî, Derhêner Tarîq Mihemed bal kişand li ser hinek pirsgirêkên sereke. Tarîq Mihemed hikûmet berpirsê sereke ya nebûna dramayên Kurdî dît û wiha peyvî; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsare. Ti sansorek nîne ji bo weşandina drama. Vê jî wiha kiriye ku asta dramayên Kurdî bibe sifir. Bi taybet nebûna spansor ku dibe du beş, bazirganî û hikûmet. Dikarim bêjim ku li gorî min ji sedê 80 hikûmet sedema sereke ye. Herwiha hunermend jî nexwedî afirandinekî baş in. Nekarîne senaryoyek baş binivîsin. Heta ku wiha li bîner bikin ku heta dawî li gel wan bimînin."

Tarîq Mihemed eşkere kir ku dramayên Tirkî li ser malbatê guhertin daye çêkirin û got; "Ew dîmenên ku nîşan didin, nehêjayîne û gelek dubare dibin. Evane berê Kurdan didin cihekî din. Heta niha hikûmetekî taybet a serbixwe me nîne. Ji hemû aliyan ve êrîş li ser çêdibe, di warê çandî, aborî û civakî ve êrîş pêk tên. Herwiha bûyîne çend parçe. Ji aliyekê ve Tirkiye, Îran û Amerîka bi rêve dibe. Ev lîstokên ku li vî parçeyê tê rêveberin, navneteweyî ne. Kurd jî bûne çend beş û ev jî encama wê ye."

(ab)