Di dawiya 5. Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de filmên hêjayî xelatê hatin dîtin hatin xelatkirin.
- Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî di roja heftemîn de bi dawî bû. Di dawiya festîvalê de filmên hêjayaî xelatê hatin dîtin hatin xelatkirin. Di festîvalê de filmê Pelewan ê derhêner Esfer Ferhadî 2 xelat standin.
Filmên xelat standine wiha ne:
- Filmê Pelewan ê Derhêner Esfer Ferhadî xelata Sinober a zêrîn stand.
- Filmê Pelewan ê Derhêner Esfer Ferhadî xelata baştirin senaryoya dirêj stand.
- Filmê Memori yê Kolombî xelata dadwerî di warê filmên herî dirêj ê herî baş de stand.
- Derhênerê Kolombî Epîçatpong Wîrasêtagol xelatê derhêneriya herî baş stand.
- Semîh Yildiz û Dastan Japar xelata wênegirtina ji bo filmên dirêj standin.
- Ji filmê Resentmend Dana Çûbanu di warê filmên dirêj de xelata aktoriya jin a herî baş stand.
- Cewad Ezetî xelata aktoriya mêr ê herî baş di filmên dirêj stand.
- Filmê Kîngiz Gardin yê Derhêner Îrec Mihemedî xelata kurtefilmê herî baş stand.
- Filmê Odeya 217 xelata rexnegirî ya herî baş di warê kurtefilmê Kurdî de stand.
- Filmê Ezê Çirayê Vemirînim yê Derhêner Seyid Peyam Hisênî xelata baştirin kurtefilmê Kurdî stand.
- Filmê Past yê Derhêner Lazyo Zana ji temaşevanan xelata kurtefilmê herî baş stand.
- Filmê White Clad yê Derhêner Reza Fehmî xelata kurtefilmên navneteweyî yê herî baş stand.
- Filmê Store Policy yê Derhêner Sara Arnold filmê dadweriyê ya baştirin kurtefilmê navneteweyî stand.
- Filmê Labarota Hejmara 2 yê Derhêner Idris Ebdî û Aware Omer xelata belgefilmê Kurdî ya herî baş stand.
- Filmê Sand Women xelata baştirin belgefilmê navneteweyî stand.