Xelatên Festîvala Gelawêj hatin dayîn

Şemî, 20 Avrêl 2019 – 19:53  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Xelatên Festîvala Gelawêj hatin dayîn

22’emîn Festîvala Gelawêj a li Silêmanî bi dawî hat. Festîvala ku sê rojan domand, di dawiya festîvalê de merasîma xelat dayînê hate lidarxistin û xelat bi ser yekem, duwem û sêyeman de hate dabeş kirin.


Îro sêyem roja Festîvala 22’emîn Festîvala Gelawêj bû. Festîval bi dawî bû û xelat bi ser lêkolînvan, çîroknivîs û helbestvanan de hate dabeş kirin.

Ji beriya xelat werin dabeş kirin Berpirsê Giştî yê Festîvalê Mela Bextiyar axaftinek kir. Piştî axaftinan xelata Fuad Mecîd Misrî hate dayîn ji bo jina Kurd Dr. Kurdistan Mukriyanî.

Kesên ku di festîvalê de xelat wergirtin evbûn;

Di beşa lêkolînan de, xelata yekem pêşkêşî Hîwa Kerîm Hisên hate kirin. Xelata duwem, pêşkêşî Heme Mentik û xelata sêyem jî pêşkêşî Îsmaîl Gerdî hate kirin.

Di beşa çîroknivîsînê de , xelata yekem pêşkêşî Bilind Sabîr Umer, xelata duwem ji bo Renc Resûl û xelata sêyem jî pêşkêşî Helmet Hisên hate kirin.

Di beşa helbestan de, xelata yekem pêşkêşî Zamu Umer Berdî, xelata duwem ji bo Ewîn Emîn û xelata sêyem jî pêşkêşî Hêwa Musa hate kirin.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist