Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî destpêkir

image_print

Pênçşem, 14 Nov 2019 – 14:49  ROJNEWS / SILÊMANÎ

Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî destpêkir

Di salvegera avabûna bajarê Silêmanî de Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî bi dirûşma, ‘Pirtûk ronahiya jiyanê ye’ destpêkir. Di pêşengeha ku 180 navendên çap û weşanê beşdarbûn de Parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirtûkên nivîskarên çar parçeyên Kurdistanê jî cih girtin.


Îro bajarê Silêmanî kete temenê xwe yê 235’emîn. Bi boneya salvegera avabûna Silêmanî Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî hate lidarxistin. Pêşengeha bi dirûşma, “Pirtûk ronahiya jiyanê ye’ destpê kir, wê heya 23’ê Mijdarê bidome.

Pêşengeha pirtûkan a li avahiya Pêşengehên Navnetewî ya komelgeha Taslûce ya Silêmanî vebûye, wê her roj di saet 10.00’an de vebe û heya saet 19.00’ê êvarê vekirîbe. 

Pêşengeha ku bi sponsoriya Şîrketa Etlas Esîl û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê hatiye vekirin, dibin çavdêriya Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih de birêve diçe û wê rojane çendîn semîner, panel û çalakiyên hunerî jî bê lidarxistin.

Bi hezaran pirtûkên nivîskar, zanyar, dîroknas, wêjevan, hunermend û lêkolînerên navdar ên cîhanî, herêmî û Kurdistanê yên bi zaravayên Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî û zimanên biyanî di pêşengehê de hatin nîşandan. 180 navendên Çap û Weşanxaneyên ji welatên wekî  Tunis, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Sudan, Iraq, Îran, Tirkiye û welatên Rojava beşdar bûn.

Di pêşengeha pirtûkan de parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirtûkên nivîskarên çar parçeyên Kurdistanê cih girtin û rastî eleqeyeke taybet tê.

Pêşengeh rastî eleqeyeke mezin a xwendekarên zanko, rewşenbîr, nivîskar, mamoste û akademîsyen û pirtûkhezan tê. Gelek kesayetên rewşenbîr û hunermend yên herêmê Aram Şêx Mihemed, Hemî Heme Seîd, Mistefa Seyîd Adil, Hemî Heqî Mihemed, Kamuran Şêx Salih, Aram Mehmûd, Dana Mihemed, Bextiyar Elî, Omer Berzencî, Cemal Îrfan, Stran Abdulla û Gelawêj Gezîze di vekirina pêşengehê de amadebûn.

Di pêşengehê de Waliyê Silêmanî Dr. Heval Abobekir axaftina vekirinê kir. Heval Abobekir xêrhatina hemû beşdarvanên pêşengehê û mêhvanan kir û diyar kir divê li Kurdistanê zêdetir girîngî bi xebatên rewşenbîrî were dayîn û Kurd bi rewşenbîrî parastina welatê xwe bikin. Heval Abobekir her wiha dazanîn divê pêşengehên bi vî awayî her carî li bajarekî bên kirin.

Waliyê Silêmanî Dr. Heval Abobekir di dewama axaftina xwede balkêşa li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê jî  û got, “Di demeke wisa de birêvebirina xebateke bi vî awayî çekeke girînge li dijî êrîşan.”

Di vekirina pêşengehê de pirtûka pîroz a Îslamiyetê ‘Quran’ hate xwendin û paşê jî Koma Mûzîkê ya Sehr Sahrewe derket ser dikê û stranek li ser pêşmergeyan pêşkêşkir.

Ji bo pirtûkhez û welatî serdana Pêşengaha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî bikin, pas (otobûs) bê beramber hatiye eyar kirin. 3 cih ji bo pasan hatiye diyarkirin. Li ber Famili Mall, Titanic û Baxê Giştî. Wê her wiha pas welatiyan ji cihê pêşengehê jî bibe heman cihên hatine destnîşankirin.

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
P S Ç P C C P
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031  

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist