Li bajarê Lahor ê Pakistanê li bazarekê êrişa bombeyî pêk hat. Di êrişê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Lahor ê girêdaya eyaleta Pencap a Pakistanê li bazara Anarka êrişa bombeyî pêk hat. Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsan ve hatiye dayîn, di êrişê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Ji ber tûndiya teqînê camên avahiyên derdorê şikestin. Li cihê bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kirin.
Hate ragihandin ku ti kesê êriş negirtiye li ser xwe.
(ab)