Aloziya dinavbera Îran û Amerîkayê de dewam dike

Duh bi şev mûşekek li nêzîkî avahiya balyozxaneya Amerîka ya li Bexda li Herêma Kesk ket xwarê. Piştî bûyerê serokê Amerîka Donald Trump got; “Ger Îran şer bixwaze, dê dawiyê wê were.”


Aloziya dinavbera Amerîka û Îranê de berdewam dike. Serokê Amerîka Donald Trump gefên tund li Îranê dixwe û radigihîne, Amerîka naxwaze şer bi Îranê re bike, lê rê jî nade Îran li ser Amerîka bibe gef. Trump got ku ger Îran şer bixwaze, dê dawiya wê be.

Ji aliyekî din ve, piştî êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, Trump li ser hesabê xwe yê twîterê nivîsî: “Heger Îran şer bike, dê bi yekcarî dawî lê were.

Berdevkê artêşa Iraq’ê Jenral Yehya Resul jî ji ajansek re axivî û got; “Muşek lê nîzî peykerê leşkerî yê Win ketiye. Ev der kîlometreyek dûrî balyozxaneya Amerîkayê ye. Lê ti ziyanek canî çênebûye.”

Hêjayî gotinê ye ji beriya çend rojan Amerîka bi hêceta ku metirsî li ser balyozxaneyên wan hene, beşek ji karmendên balyozxane û konslosxaneyên xwe yên li Hewlêr û Iraqê veguhest Amerîka û karên balyozxanayê rawestandibû.

(nr)