Amerîka bi fermî ragihand li Iraqê sîstema patrîotan bi cih dike

Pênçşem, 2 Avrêl 2020 – 18:06  NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîka bi fermî ragihand li Iraqê sîstema patrîotan bi cih dike

Berdevkê Navenda Hêzên Amerîkayê Bell Orban bi fermî ragihand Amerîka li Iraqê sîstema patrîotan bicih dike.


Berdevkê Navenda Hêzên Amerîkayê Bell Orban, di daxuyaniyek de ragihand Amerîka ji bo parastina hêzên xwe, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman li Iraqê sîstema parastina asîmanî ya Patrîotan bi cih dike.

Her wiha Orban diyarkir ji beriya niha li Iraqê çend carek navendên leşkerî yên Amerîka û hêzên hevpeyman rastî êrişan hatine, ji ber êrişê kuştî û birîndarên wan çêbûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêzên Amerîka dest bi cihkirina sîstema patrîotan kiriye û xebatên wan yên di wî warî de berdewamin.

Her wiha hate gotin Hikûmeta Iraqê li ser mijarê têgihiştiye ku pêwîstiya Iraqê bi artêşa Amerîka, sîstema parastinê heye ku armanc ji vê sîstemê parastina hêzên hevpeyman, artêşa Iraq û hêzên Amerîkaye. Da zanîn ku ew bi agahdarî û hemahengiya berpirsên Iraqê sîstemê bicih dikin.

 (şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist