Amerîka: Bila Îran bi lez hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

image_print

Pênçşem, 23 May 2019 – 10:29  NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîka: Bila Îran bi lez hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji Îranê xwest ku demildest hêzên xwe ji  Sûriyeyê vekişîne.


Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey di rûniştina Kongreya Amerîkayê ya bi navê ‘Stratejiya dewletê û lêgerîna çareseriya Sûriyeyê de’ axivî û diyar kir ku startêjiya Amerîkayê ya girêdayî Sûriyî ne li dijî bangawaziyên wan a hebûna rola Amerîka di pêkanîna ewlehiya Sûriyê de ye û got: “Stratejiya me ya li Sûriyeyê, bi lez dawî kirina şere,  divê ev şer bi dawî bibe û eger em derkevin dê trajîdiya şer zêde bibe. Bi lez vekişîna Îranê ji seranserî Sûriyê yek ji bendên vê statejiyê ne.”

James Jeffrey got: “Me ti carî behsa vekişandina hêzên xwe yên hawayî ji Sûriyê nekir. Me detayên avakirina herêmek hîna diyar nekirine, lê ev herêm dê ji aliyê hêzên herêmî ve were bi rêvebirin û dê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê û Amerîka tê de hebin.”

Hêjayî gotinê ye ku, peymana di navbera Rûsya û Îsraîlê de, hêzên Îranê ji sînorên Îsraîlê nêzî 80 kîlometreyan dûr xistine. Heta niha Îsraîlê zêdetirî 200 caran baregehên Îranê yên li Sûriyeyê hedef girtine û daxwaz dike ku Îran bi tevahî ji Sûriyeyê derkeve.

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist