Amerîka hêzên xwe yên li Iraqê xist amadebaşiyê

Ji ber aloziya di navbera Amerîka û Iranê de hêzên Amerîka yên li Iraqê li dijî îhtîmala êrîşan ketin amadebaşiyê.


Şevê din artêşa Amerîka daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên ser bi Iranê yên li Iraqê gef li hêzên wan dixwin û ji ber vê wan di asta herî jor de hêzên xwe xistine amadebaşiyê.

Her wiha hate gotin ku dibe gefên li dijî hêzên wan yên li Iraqê zêdetir bibin, ji ber wê amadekariya xwe dikin.

(bz)