Amerîka hişyarî da balafirên rêwiyan

Ji bo firîna balafiran rêwiyan ên li ser esmanên Kendavê Amerîka şîrketên geştiyarê hişyar kirin ku metirsiya lêdanê heye.


Li gorî nuçeya malpera bi navê El-Erebiye ku spartiye dîplomatekî Amerîkî yê ku nexwestiye navî wî eşkere  bike, hişyarî da şîrketên geştiyariyê yên balafiran ku li ser esmanên Kendavê re derbas dibin.

Sedemê hişyarkirinê weke aloziya dema dawî ya di navbera Amerîka û Îranê ku li herêmê gihiştiye astekî bilind û metirsîdar tê dîtin ku balafirên rêviyan şaş wer in naskirin.

Ji berî 30 salan hêzên Amerîka balafirek rêwiyan a Îranê li ser Kendavê bi şaşî hedef girt û di encamê de 290 rêwî û personelên balafirê jiyana xzwe ji dest dan.

(ab)