'Amerîka ji bo 120 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn amadekariyan dike'

Rojnameya New York Times a Amerîka eşkere kir ku Amerîka ji bo 120 hezar leşker ji bo bersivdayîna gefên Îranê bişîne Rojhilata Navîn amadekariyan dike.


Rojnameya New York Times a Amerîka îro eşkere kir ku Wezareta Parastinê ya Pentegonê planekî leşkerî ya pêşkeftî amade kiriye, ji bo ku 120 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn. Ji bo ku ger Îran êrîş bike li ser hêzên Amerîka yan jî dest bi  hilberîna çekên Nukleerî bike bersiv bide.

Rojnameya New York Times li ser zimanê du berpirsên Koşka Spî ku navê wan eşkere nekiriye wiha tîne ziman; "Roja Pêncşema borî, Wezîrê Parastina Amerîka Patrick Shanahan ê bi wekalet di civîna şêwira ewlehiyê ya bi serokatiya Doland Trump de ev plan pêşkêş kiriye."

Hate ragihandin ku ev plan li ser daxwaza şêwirmendê karûbarên asayîşa neteweyî ya Amarîka Con Boltin bû.

Li gorî New York Times ev plan ketina di nava bejahiya Îranê de nagire nava xwe. ji ber ku ketina nava xaka Îranê pêwîstî bi hejmarek zêdetir a leşkeran heye.

(ab)