Amerîka karmendên xwe ji Başûr û Iraqê derdixîne

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji karmendên xwe yên li sefaretxane û balyozxaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê xwest ku eger kareke wan a zarûrî nebe, ji Iraq û Başûr derkevin û vegerina welatê xwe.


Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ber aloziya di navbera Amerîka û IIranê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya wezaretê têgotin ku divê karmendên li seferatxaneyên Bexda û Hewlêrê yên Âmerîkayê dixebitin vegerin Amerîkayê. Her wiha ji karmendan hate xwestin ku eger kareke zehf zarûrî nebe divê li Iraq û Herêma Kurdistanê nemînin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê weke sedem jî milîsên Iraqê yên ser bi IIranê nîşan dide û radigihîne ku milîs gef li welatiyên Amerîkayê, Rojava û berjewendiyên wan dixwin.

Li gorî heman daxuyaniyê Amerîka ji bo demekî dayîna vîze li nûnertiyên xwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê rawestandiye.  

(bz)