Balafirek rêwiyan ku 107 kes ve tê de bûn kete xwarê

Balafirek rêwiyan ya Pakistanê ku 107 kes têde bûn, li taxek Pakistanê kete xwarê.



Balafirek rêwiyan ya Pakistanê ku ji Lahor diçû Karaciyê, beriya ku bigihe balafirxaneya navnetewî ya Jinnah, li taxek Karaciyê kete xwarê.

Li gorî agahiyan di balafirê de 99 rêwî û 8 karmend hene. Hate zanîn ku artêşa Pakistanê, tîmên rizgarkirinê şandine herêmê û dest bi lêgerînê kirine.

(nr)