Berxwedana li Hewlêrê 6 meh li pey xwe hişt

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin 6 meh li pey xwe hişt. Bi heman armancê çalakiya Nasir Yagiz jî bi biryardarî dewam dike.


Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin 180 roj li pey xwe hişt. Îro çalakî ji aliyê koma 90’emîn ve hate dewir girtin. Berxwedana Nasir Yagiz jî bi heman armancê di roja 180'an de bi biryardarî dewam dike.

Çalakvan banga piştgiriyê li hemû kesê kirin û gotin divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Herwiha çalakvanan diyarkirin ku ewê heya tecrîda li ser Ocalan were rakirin çalakiya xwe dewam bikin.

Li ser navê koma nû Nîştiman Şîn axivî û got; “Em bang li hemû gelê Kurd dikin daku piştgiriya çalaka greva birçîbûnê ya ji bo ikandina tecrîda li ser Ocalan bikin. Her ku diçe rewşa girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di greva birçîbûnê dene xirab dibe. Ji bo vê pêwîste hemû gel helwesta xwe bidin nîşandan.”

(nr)