کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Dişem, Gelawêj 8, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Bi deh hezaran kes li dijî dagirkerî û çekên kimyawî meşiyan

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
25/06/2022 - 9:24:10 pm
in CÎHAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan, bi dirûşm û tîliliyan berxwedana Zapê silav kirin û dewletên piştgiriya dewleta Tirk dikin şermezar kirin.

Meş û mîtînga bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi dirûşma “Li dijî êrîşa dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî Kurdistanê biparêze“ ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hatin lidarxistin li Rheinpark a Dusseldorfê bi dawî bûn.

Meş bi tevlêbûna 50 hezar kesan seet di 12.00’an de li qada Gragos-Adolf-Platz a Dusseldorfê dest pê bû. Malbatên şehîdên di rêza pêşîn a korteja meşê de bûn. Kurdistaniyê ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker cilên parastinê li xwe kiribûn jî di rêza duduyan a kortejê de bûn. Hunermendên Kurd jî bi stranên xwe tev li kortejê bûn. Gava meşê, bê sekin dirûşm hatin berzkirin û stran hatin gotin.

Di meşê de alên KCK, PKK, YPG’ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “NATO-Mitglied Türkei setzt chemische waffen in Kurdistan ein”, “Solidarität mit der kurdischen Freiheitsbewegung”, “Defend Kurdistan”, “Erdogans Giftgasangriffe stoppen”, “Defend Kurdistan gegen türkische Besetzung und Einsatz von chemische Waffen”, “Wer zu Kurdistan schweigt, soll nicht über die Ukraine sprechen!”nivîsandî hatin hilgirtin.

Meş li qada Rheinparkê bû mîtîng. Ji çar parên Kurdistanê derên cuda yên cîhanê nûnerên partiyên siyasî, mafê mirovan, ekolojîst û tevgerên jinan di mîtîngê de axivîn.

Pêşkêşvana axaftina destpêkê ya mîtîngê kir û got: “We qet dîtiye yekî/ê wêneyê Barzanî hilgirtiye? Lê binihêrin tevî hemû zorî û zehmetî û qedexehiyan, gelê Kurd mekaba gerîla û wêneyê Rêber Apo bi serbilindî hildigire.“

Mîtîng bi sirûda neteweyî ya Kurdan “Ey Reqîb“ ê dest pê bû. Dema sirûd hat gotin, ciwanan ala KCK’ê hilgirt û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.

Ewilî Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axivîn. Zumrut anî ziman ku li her cihê gelê Kurd li ber xwe dide û got: “Zap li ber xwe dide, Rêber Apo li ber xwe dide, em ji Dusseldorfê berxwedanê silav dikin.“

‘Gelê Kurd hevkariyê qebûl nake’

Engîn Sever jî  diyar kir ku bersiva herî mezin îro gel li Dusseldorfê da dewleta Tirk a dagirker. Sever da zanîn ku Elmanyayê çekên kîmyewî dide dewleta Tirk û got: “Gelê Kurd hevkariya we qebûl nake. Îradeya gelê Kurd Rêber Apo ye, Zap e, gerîla ye.“

Piştre nivîskar û Dr. Michael Wilk jî axivî û got: “Di êrîşên dewleta Tirk de bi sedan zarok û sivîl hatine qetilkirin. Bi gefên nû yên dagirkeriyê dixwaze herêmên dagirkirî berfireh bike. Ev terora rejîma Erdogan e.”

‘Em ê bi hevrêyên xwe yên Kurd re bin’

Nûnerê Yekîtiya Îngilistanê Simon Dubbins ku di nav beşdarên meşê de cih girt, axivî û got: “Em ê li Îngilistanê mil bi mil têkoşînê bikin. Em di salên 90’î de bi rêhevalên xwe yên li Afrîkaya Başûr re mil bi mil li ber xwe dan. Em ê jî bi hevrêyên xwe yên Kurd re bin. Ji Abdullah Ocalan re azadî.”

‘Piştevaniya êrişên dewleta Tirk nekin’

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî axivî û wiha got: “Gelê Kurd îro bi hezaran silav ji gerîla re şand. Gelê Kurd îro gotina xwe ji OPCW û NATO’yê re kir. Gelê Kurd bang li Barzanî kir û got, ‘dawî li xiyanetê bîne‘. Êdî piştevaniya êrîşên dewleta Tirk nekin.“

Berdevka YJK-E Ayten Kaplan jî diyar kir ku ew jî weke gelê Kurd bi hev re jiyaneke wekhev dixwazin û got: “Em dizanin ku ev çek kê dane. Hûn nikarin gelê Kurd bi qirkirinê biqedînin. Nasnameya me li Elmanyayê qedexe ye. Çalakiyên me qedexe ne. Êdî bes e! Em dixwazin di hawîrdoreke demokratîk de bijîn. Em azadî, demokrasî dixwazin; ji ber vê yekê em li vir in. Piştgiriya polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyeyê nekin.”

‘Armanc hemû destkeftiyên Kurdan in’

Li ser navê Partiya Îslamî ya Kurdistanî û partiyên Bakur Hîkmet Serbilind axivî. Serbilind gerîlayên HPG’ê silav kirin û got: “Em dixwazin li dijî dewleta dagirker helwesteke neteweyî ya nîşan bidin. Dewleta Tirk li ser tunekirina Kurdan ava ye. Hebûna Kurdan ji xwe re wek gef dibîne. Kurd bibin yek, yekîtiya neteweyî xurt bibe, tu hêz li Rojhilatê Navîn bi Kurdan nikare. Hedefa dewleta Tirk ne bi tenê Kurd in. Hemû destkeftiyên Kurdan in. Eger gerîla bi bin bikeve wê mala Kurdan xera bibe.“

‘Em mafê xwe dixwazin’

Serokê KNK’ê yê berê Tahir Kemalzade jî axivî û wiha got: “Kurdistan welatê Kurdan e. Ne yê Ereban ne yê Eceman ne jî yê Tirkan e. Em welatê xwe yê ku mafê me ye dixwazin. Gerîla silav dikim, gelê Kurd ê qehreman pîroz dikim. Em bi hezaran Zîlan li qadan in! Kurd azad nebin tu kes azad nabe. PKK azad nebe Başûr azad nabe. Bijî Serok Apo.“

Siyasetmedara ji Die Linkeyê Mizgîn Çîftçî jî axivî û got “Ez bang li hikûmeta Elman dikim. Li Rojava, Başûr û Bakur êrîşên bi çekên kîmyewî li Kurdan dibin lê tu piştevanî nîn e! Kî dide ber bombeyan? Kî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, kî Başûr bombe dike? Rejîma terorîst a Erdogan dike.“

Mîtîng bi gotina sirûda Çerxa Şoreşê û Herne Pêş a hunermendê TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.

 

Nûçeya berê

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Nûçeya pişt re

ROJEVA 26.06.2022

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Stenbolê bihezaran gotin ‘Çareserî em in’

Li Stenbolê bihezaran gotin ‘Çareserî em in’

Gelawêj 7, 2022
Hinardekirina nefta Iraqê ji bo Emerîkayê zêde bûye

Hinardekirina nefta Iraqê ji bo Emerîkayê zêde bûye

Gelawêj 7, 2022

Peymangeha Washington: Di kabîneya Mesrûr Barzanî de binpêkirina li dijî rojnamegeran zêde bûye

Piştî civîna Pûtîn û Erdogan daxuyanî hate dayîn

Dadgeha Elman: Hilgirtina alên YPG/YPJ’ê û propagandaya wê kirin ne sûc in

Li Pakistanê qurbaniyên baranên Musonê gihişte 549 kesan

Nûçeya pişt re
ROJEVA 10.03.2022

ROJEVA 26.06.2022

Yên Li Pêş

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Gelawêj 7, 2022

Yek ji kevneşopiyên ku berbi windabûnê ve diçe, çêkirina tevin, şeleme û parzûn e. Dayîka Taybet Mijinî ku li Wargeha...

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Gelawêj 7, 2022

Di dîroka avabûna dewleta Iraqê de, cara yekem Kurdan li gorî destûrê beşek zêde ya mafên xwe standin û di...

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

Gelawêj 7, 2022

BIRWA ESHED Çavdêrê Siyasî Felah Selah da zanîn bûyerên li Iraqê rû didin derencama nebûna peywendiyan a di navbera pêkhate...

QSD’ê li ser êrişa Qamişloyê daxuyaniyek da

QSD’ê li ser êrişa Qamişloyê daxuyaniyek da

Gelawêj 7, 2022

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir di êrîşa dewleta Tirk ya ku duh li Qamişloyê pêkanî de...

‘Divê Kurd dijî komkujî û êrişan xwe amade bikin’

‘Divê Kurd dijî komkujî û êrişan xwe amade bikin’

Gelawêj 7, 2022

Endamê Mekteba Şehîdan û Rêveberê Beşa Jenosîd ya YNK’ê Hesen Baram diyarkir ku ya ku dewleta Tirk dike, binpêkirina yasaya...

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Gelawêj 6, 2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrişa balafira  bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist