Çalakger ji bo rakirina tecrîdê bi Amnesty re civiyan

Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Stockholmê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Amnesty Internatilonal re civiyan. Amnesty jî diyar kir ewê ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê hewldanên pêwîst bidin.  


Heyetek ji çalakvanên greva birçîbûnê ya ji 4 kesan pêk dihat, di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven û tevlîbûna 7 hezar girtiyan û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger agahî dan.

Heyetê anî ziman ji bo çareseriya pirsa Kurd û aştî li Tirkiyeyê pêk were kilîd Ocalan e û daxwaz ji rêveberên Amnestyê kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Amnesty: em ê bikevin nava hewldanan

Maja Aberg diyar kir ku wê mijarê bibin ji bo rêveberên Wezareta Têkiliyên Karê Derve yê Swêd, rêveberên navendî ya Amnesty û maseya Tirkiyeyê, ji bo grevên birçîbûnê di weşanên wan de jî cih bigire wê bikevin nava hewldanan.

Piştî civînê Berdevka Çapemeniya Amnesty Amî Hedeborg a bersiva pirsên ANF’ê da, diyar kir ku bûyerên li Tirkiyeyê pir metirsîdar û bifikarin. Hedenberg anî ziman ku bi hezaran kes li ser sûcên bê bingeh girtî ne û got: “Li Tirkiyeyê çapemeniya azad hatiye girtin. Ji bûyerên rûdidin bi fikar in.”

Hedenborg da xuyakirin ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê destpê kir belavî Ewropayê bûye û got: “Ketina mirovan a greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan fikarên heyî dide nîşandan.”