Ciwanan şehîdên meha Gulanê bi bîranîn

Li bajarê Silêmaniyê Ciwanên Şoreşger yên Başûrê Kurdistanê şehîdên meha Gulanê bi bîranî.


Li seranserê Kurdistan û Ewrupayê şehîdên meha Gulanê tên bi bîranîn. Bi heman armancê Ciwanên Şoreşger yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê şehîdên meha Gulanê bi bîranîn.

Ciwanên Şoreşger li ber Baxê Giştî wêneyên şehîdên Meha Gulanê hildan. Herwiha ciwanan li ser pankartan ‘Şehîdên meha Gulanê riya me ronî dikin’ jî rakirin.