Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê ragihand ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû El Hesen El Qureyşî hatiye kuştin û serçeteyê ku dê şûna wî bigire eşkere kir.
Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Omer El Mihacir di qeyda deng de ku li ser hesabên çeteyên DAIŞ`ê yên telegramê belav kiriye, got serçeteyê wan di şeran de hatiye kuştin beyî ku cih û dema kuştina wî diyar bike.
Her wiha ragihand ku çeteyê bi navê Ebû El Hisên El Huseynî El Qureyşî cihê wî girtiye.
Ebû El Hesen El Qureyşî piştî kuştina Ebdullah Qerdaş an jî bi navê Ebû Îbrahîm El Qureyşî dihat naskirin bû serçeteyê DAIŞ`ê. Ebû El Qureyşî di operasyoneke hêzên Amerîkayê de li bajarokê Atme yê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, di Sibatê de hate kuştin. Wê demê Serokê Amerîkayê Joe Biden spasiya QSD`ê kir ji ber ku di wê operasyonê de alîkariya wan kir.
Qerdaş piştî kuştina Ebû Bekir El Bexdadî di operasyoneke hevbeş de ya hêzên Amerîkayê û QSD`ê hatibû kuştin, bûbû serçeteyê DAIŞ`ê.
Di 27`ê Cotmeha 2019`an de QSD`ê di civîneke çapemeniyê de gotibû : “Di encama kar û xebatên hevbeş de yên zêdetirî 5 mehan di navbera îstixbarata leşkerî ya QSD û hêzên Amerîkayê de serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El Bexdadî li nêzî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li gundê Barîşa yê rojavayê Idlibê hate kuştin.”