Di bombebarana Mexmurê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn

Di bomberana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) pêk hat de, 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.


Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk şevê din saet di 00:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir. Li gel balafirên şer balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan.

Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya wargehê hatin dermankirin.

Di dîmenên hatine kişandin de, tê dîtin ku bombebaran pir li nêzî malan hatiye û gelê wargehê derketiye derve.

Cara sêyem e tê bombebarankirin

Li gel êrîşa şevêdin, ev cara sêyemîne ku dewleta Tirk mexmurê bombebaran dike.

6'ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

(rn)