Di kongreya sendîkayan de azadiya Ocalan hat xwestin

Li Îngilistanê duh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist.


Kongre li bajarê Brîghton ê Îngilistanê pêk hat. Nûnerên sendîkayan di dema kongreyê de posterên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" bi hev re hildan û nîşan dan ku ew piştevaniya gelê Kurd dikin.

TUC ku li Îngilistanê 50 sendîka û 5.6 milyon karker û kedkarên endamên wan temsîl dike ji sala 1868'an ve karê sendîkayê dike.