کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Dîwana Edaletê biryara xwe ya li ser PKK’ê eşkere kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
30/11/2022 - 3:39:47 pm
in CÎHAN
0 0
A A
Dîwana Edaletê biryara xwe ya li ser PKK’ê eşkere kir
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

PKK ji bo ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ên sala 2014’an û 2020’an derkeve doz vekiribû. Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar xwe ya di van dozan de eşkere kir.

PKK’ê li hemberî ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ ên di navbera salên 2014-2020’an a Konseya Ewropayê doz vekiribû. Di van dozan de biryar hate eşkerekirin.

Dîwana Edaletê di biryara xwe ya berê de diyar kiribû nabe ku PKK di lîsteyê de were hiştin lê Konseya Ewropayê her cara ku lîste hate nûkirin, bi heman argumanan PKK xist lîsteyê.

Di biryara nû de di çarçoveya lîsteya sala 2014’an de astengkirinên li ser PKK û di vê çarçoveyê de li ser sazî û dezgehan hatibû kirin, hatin betalkirin. Ji bo serlêdanên piştre jî bersivên neyînî dan PKK’ê.

Dîwana Edaletê di warê mesrefên dadgehê de jî biryar da ku divê her alî mesrefa xwe bide. Di şertên asayî de aliyê ku di dozê de bin ketibû divê mesrefên dadgehê bida. Bi gotineke din wê Komîsyona Ewropayê, Komara Fransayê û Hollanda mesrefên xwe bide.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin wê parêzerên PKK’ê piştî demeke kurt kom bibin, biryarê binirxînin û ew ê gavên ku biavêjin diyar bikin. Ji ber ku biryara Edaleta Dîwanê dikare biçe temyîzê. Biryara berfireh a dadgehê ji 260 xalan pêk tê.

Serboriya dozê

Dewleta Elmanyayê di 26’ê Mijdara 1993’an de PKK xistibû ‘lîsteya qedexeyan’ û di sala 2001’an de dema ku li DYE li dijî Du Kûleyan êrîş hatibû kirin, li dinyayê konsepteke nû ya ewlekariyê ketibû meriyetê.

Yekîtiya Ewropayê di Kanûna heman salê de, di çarçoveya feraseta “têkoşîna li dijî terorê” ya ku ji aliyê DYA ve hatibû ferzkirin, lîste amade kir. Bi vî rengî PKK di sala 2002’an de ket nava lîsteyê.

Ji sala 2014’an û vir ve li Dîwana Edaletê ya Ewropayê derbarê PKK’ê de gelek doz hatin kirin. Dadgehê bi biryara di dawiya sala 2018’an de lîsteyên di navbera salên 2014-2017’an de betal kiribû.

Ji ber vê yekê heyeta dadgehê argumanên ku PKK di lîsteyê de cih girtiye weke “têr nake” dîtibû û biryar dabû ku bi van hincetan nabe ku di lîsteyê de be.

Lê belê biryara Yekîtiya Ewropayê îtîrazê vê biryarê kiribû. Piştre Îngilîstanê di sala 2018’an de ji bo PKK di lîsteyê de bimîne, careke din serlêdan kir û di 9’ê Çileya 2018’an de bi heman argumentan PKK bi awayekî otomatîk dîsa xistin lîsteyê. Kurdan jî di 7ê Adara heman salê de li dijî lîsteya nû doz vekiribûn.

Îtîraza Konseya Ewropayê ya li hemberî biryara berê û dosyayên li dijî lîsteyên nû kirin yek û rûniştina yekemîn di 31’ê Adara 2022’yan de hat kirin.

Di rûniştina 31’ê Adarê de Dîwana Edaletê rexne li Konseya Ewropayê girt û tevî betalkirina lîsteyên berê jî bi heman argumentan bertek nîşanî parastina “kopyeya yên berê” da.

Biryarên li ser lîsteyên salên 2020-2021’an de wê di nêz de were dayîn

Tê payîn ku Dadgeha Edaletê ya Ewropayê di dozên ku PKK’ê li dijî lîsteyên piştî sala 2020’an vekiriye de jî biryarekê bide. Li gorî agahiyên hatine stendin wê biryar di 14’ê Kanûnê de were eşkerekirin.

Çavkanî ANF

Nûçeya berê

Di teqîna li Efganistanê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Nûçeya pişt re

Jina ji aliyê birayên xwe ve hatî girtin û êşkencekirin hat rizgarkirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Ji bo PKK’ê 3 milyon îmze hatin komkirin û radestî KE’yê hat kirin

Ji bo PKK’ê 3 milyon îmze hatin komkirin û radestî KE’yê hat kirin

Rêbendan 31, 2023
Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rêbendan 30, 2023

Konferansa ‘Jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Ereb’ hate lidarxistin

Li Pakistanê di qezayek trafîkê de 40 kes mirin

Li Hîndistanê 2 balafirên şer ketin xwarê

NY’yê têkildarî rewşa Sûriyeyê hişyarî da

Nûçeya pişt re
Jina ji aliyê birayên xwe ve hatî girtin û êşkencekirin hat rizgarkirin

Jina ji aliyê birayên xwe ve hatî girtin û êşkencekirin hat rizgarkirin

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist