DYA: Divê Îran mercên peymana rawestandina gefan pêk bîne

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortagus destnîşan kir ku çareseriya yekem bi Îranê re peymana nû ya rawestandina tevahî gefan e û anî ziman 12 mercên ku wezîr Mike Pompeo ragihandine, bingeha vê peymanê ne.


Li gor Sky Newsê, berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortagus hin agahiyên rojane yên kurt li wezaretê dan ku di çarçoveya cezayên DYA’yê yên nû de ku Washingtonê roja înê li dijî beşa petrokîmyayê ya Îranê ferz kiriye, kargeha beşa petrokîmyayê dê hedef bigire û yan jî tu beşên din ku piştevaniya darayî dikin, bike armanc.

‘Pêngavên li dijî Îranê wê bidome’

Ortagus bal kişand ser ku ji hêla Washington û hevalbendên wê ve der barê wergirtina Tehranê ya çekên nukleer de tu paşguhkirin tune ye. Her wiha destnîşan kir ku di navbera Washington û hevalbendên wê de der barê gefên li dijî Îranê de ya bernameya roketên balîstîk, çalakiyên terorîst û binpêkirinên li dijî mafên mirovan li hev kirine. Li aliyekî dîtir jî lê zêde kir ku civînên dawîn ên wezîrê karên derve li Ewropayê di vê derbarê de, bi wate bûn.

Der barê gefên Tehranê yên binpêkirinên peymana nukleerê û gefên wezîrê karên derve Mihemed Cewad Zerîf a Washingtonê de, Morgan Ortagus wiha da zanîn: "Gefxwarin, bikaranîna şantaja nukleerî û terora dewleteke dîtir, rêbaza normal a rejîma Tehranê ye û tê pêşbînîkirin ku gefa girtina Tengava Hurmuz jî ji nû ve bixwe."

Morgan Ortagus wiha domand: "Li gel Îranê bijarteyeke hêsan heye. An mîna neteweyeke xwezayî tev bigere yan jî bibîne çawa aboriya wê hildiweşe."

Her wiha gefên Tehranê yên rawestandin pêkanînên benden peymana nukleerê yên sereke, gaveke xeternak a mezin e û dijbertiya Îranê ya bênavber li ser aştî û ewlehiya dewletan disepîne.

Di berdewama axaftinê de Morgan Ortagus wiha daxuyand: "Divê civaka navdewletî der barê vê mijarê de hev bigire û gefên rejîma Îranê der heqê firehkirina bernameya nukleerê de bê lêpirsînkirin. Her wiha soz da ku Washington dê lêpirsîna Îranê der barê her karekî li dijî gel û berjewendiyên DYA’yê de bike."

Li dawiyê, Morgan Ortagus got çareseriya yekemîn ew e ku bi Îranê re peymana nû ya Mike Pompeyo bi rêya 12 xalan ragihandiye ku divê beriya rakirina cezayan pêk bê, da ku hemû gefan ji holê rake.

Ji nav 12 daxwazên DYA’yê de ku Mike Pompeyo ragihandine, ew e kifşkirina Îranê tevahî hûrgiliyên bernameya nukleerê, hiştina vedîtina bênavber û sînordarkirina belavkirina rokêtên balîstîk ên ku seriyên nukleerê rakirine û rawestandina Tehranê ya piştevaniya komên terorîst li Rojhilata Navîn, pêk bê.