Sêşem, 3 Mar 2020 – 10:01 NAVENDA NÛÇEYAN
DYE: Em alîkariya esmanî nadin Tirkiyeyê
Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper ragihand ku welatê wî ji bo operasyonên leşkerî yên li Idlibê alîkariya esmanî nade Tirkiyeyê.
Mark Esper ji rojnamevanan re got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dê hewl bide alîkariyên mirovî ji bo Tirkiyeyê zêde bike.”
Der barê pirsa gelo dê alîkariyên Amerîkayê dê desteka esîman di nav xwe de bigire Esper berisva “Na” da.
Wezîrê Parastinê ya Emerîkayê diyar kir ku ew bi Sekretêrê Giştî yê NATO‘yê rewşa li Sûriyeyê gotûbêj kir û NATO ragihand ku ew ” Ji bo rewşên awarte” amade ne.