Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastian Lecornû diyar kir êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser destkeftiyên li dijî DAıŞ’ê xetereyê çêdike.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastîan Lecornû piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar daxuyaniyek da.
Ev hevdîtin 10 roj piştî êrîşên dewleta Tirk hate kirin. Wezîrê Parastinê yê Fransayê diyar kir ji ber van êrîşan ew ‘bi fikar in’.
Lîcornû diyar kir êrîşên hewayî ‘aloziyan zêde dike’ û li ser îstîkrara herêmê jî gefan çêdike.
Wezîrê Parastinê diyar kir ev êrîş li ser pêşketinên çend salên dawîn ên ku Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê bi dest xistine, xetereyan çêdike û got; “Ev êriş ewlehiya xebatkarên Koalîsyona Navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixe xetereyê.”
Wezîrê Parastinê yê Fransayê diyar kir ji ber êrişan rê li ber çeteyên DAÎŞ’ê tê vekirin ku birevin.
Roja Çarşemê Wezîrê Parastinê yê DYE Llyod Aûstîn jî derbarê êrîşên Tirkiyeyê diyar kiribû ew ‘bi fikar in’.