Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç di 24’ê Mijdarê de ragihandibû ku wê dawiya meha Mijdarê Konseya Ewrûpa li ser mijara tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî a Rêber Ocalan kom bibe û gotibû: “Li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dema azadiya Birêz Ocalan hatiye.”
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîd û mijara azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 24’ê Mijdara 2021’an de ji ajansa me re axivîbû û agahiyên girîng parve kiribû.
Parêzer Mazlum Dînç diyarkiribû ku ji bo mûwekîlê xwe bibînin heftane daxwaza hevdîtinê pêşkêş dikin, lê ji sala 2011’an ve ango nêzî 10 sale tên astengkirin û pirsgirêk ji bo serdana parêzaran û malbatan a ji bo Îmraliyê tê derxistin. Dînç gotibû: “Me tenê kariye 5 car hevdîtin bikin ew jî di encama zext û giravên birçîbûnê de bûye.”
Li ser sedemên astengkirina hevdîtinan jî Mazlûm Dînç ragihandi bû, ti sedemeke yasayî nîne û got: “Berê bi bahaneya keştî xirabeye, rewşa hewayê nebaşe dihate astengkirin. Di van salên dawiyê de ti bahaneyeke wan nîne û bersiva daxwazan nadin. Astengiya ji bo hevdîtinan jî siyasiye.”
Mazlûm Dînç biryareke girîng ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê jî bibîr dixe û dibêje: “Piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, ji bo pêkhatina biryarê di asta navnetewî de em ketin nava gelek hewldanan. Me li nava Tirkiye û di asta navnetewî de gelek serdan kirin. Li gorî biryarê dema azadiya Rêber Ocalan hatiye. Birêz Ocalan 23 sale dibin tecrîdeke dijwar û şert û mercên giran de dijî. Êdî ev nayê qebûl kirin, ji ber vê divê Birêz Ocalan bigihije azadiya xwe.”
Têkildarî xebatên wan yên di asta navnetewî de ji bo azadiya Birêz Ocalan jî parêzer Mazlûm Dînç got: “Me gelek caran serdana Konseya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê kir. CPT jî di raporên ku pêşkêş dike de tiştên erênî derbarê rakirina tecrîdê de dide. Lê dewleta Tirk raporan nasnake û tecrîd berdewame.”
Dînç rexne li bê helwestiya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê jî kir û gotibû: “Heya niha ev serdanên me nexistiye rojeva xwe.”
Dînç behsa berfirehiya biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê jîr kir û van agahiyan dabû: “DMME di 18’ê Adara 2014’an de biryarek derxist û ew jî ev bû ku kesek heya dawiya temenê xwe nabe di girtîgehê de bimîne. Ji ber vê dibêje cezayê li ser birêz Ocalan cezayekî girane û nikare heya dawiya temenê xwe li girtîgehê de bimîne. Ji ber vê ev cezaye ne li gorî Dadgeha Ewropayê ye û mafê wî binpê dike, divê cezayê heta hetayî were guhertin. Ji ber vê jî Konseya Ewropa berpirsyare. Konseya Ewrupayê her sê mehan carekî kom dibe. Divê di 30’ê Mijdarê de Konseya Ewropa kom bibe, vê mijarê bixe rojeva xwe û biryarê li ser bide.”
Tê payîn sibe Konseya Ewrupayê li ser tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive.
(nr)