George Bush jiyana xwe ji dest da

Serokê berê yê DYA'yê George H. W. Bush di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.


Serokê berê yê DYA'yê George H. W. Bush û bavê Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush di temenê 94 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

George W. Bush eşkere kir ku  bavî wî koça jiyana xwe ji dest da ye.

George H. W. Bush di  navbera salên 1989 - 1993'an de Serokê DYA'yê bû. Di sala 1991'an de koalîsyonek  ji 32 welatan ji bo şerê Kendavê yê ji bo derxistina artêşa Iraqê ji Kuwetê pêk anî. Herwiha piştre li Başûrê jî gelek herêm ketin destê Kurdan.