Guneş: Nasir dixwaze çalakiya greva birçîbûnê hîn berfirehtir bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz a li hemberî tecrîda li ser Ocalan di roja 181’an de bi biryardarî dewam dike. Li rexmê roj bi roj tendirustiya Yagiz xirab di bejî, lê Yagiz dibêje heya ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin ewê çalakiya xwe dewam bike. Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş got ku Nasir bi berfirehkirina çalakiya greva birçîbûnê gelek kêfxweş dibe.


Çalakiya endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz a bêdem û bêdorveger ya li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 181’an de bi biryardarî dewam dike.

Li rexmê ku tendirustiya Yagiz her roj xirabtir dibe, lê Yagiz tedawiyê qebûl nake û dibêje ku ewê heya tecrîda li ser Ocalan were rakirin çalakiya xwe dewam bike.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistan Muzeyen Guneş di derbarê çalakiya Yagiz axivî û got; “Nasir ti carî li ser rewşa tendirustiya xwe nafikire. Yagiz hertim girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, yên di greva birçîbûnê dene tîne bîra xwe. Hinek caran rewşa Yagiz gelek xirab dibe. Dema ku Nasir dibîne çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike û her ku diçe berfireh dibe, gelek kêfxweş dibe.”

(nr)