Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres di derbarê êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku divê bi lez êrişên li Herêma Kurdistanê bên rawestandin û rêz li serwerî û yekparçebûna xaka Iraqê bê girtin.
Duh Artêşa Îranê navend û baregehên Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya li Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistanê ya li Zirgewêz û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li Pirdê bi awayekî tund bombebaran kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres têkildarî van êrişên Îranê ku sivîl jî kir hedef diyar kir ku bi fikar rewşê dişopîne û got: “Pêwîste bi lez ev êriş bên rawestandin û rêz ji bo serwerî û yekparçeya xaka Iraqê û hîmên peywendiyên baş ên cîrantiyê were girtin.”
(fk)