Hejmara kesên bi Korona ketine 422 hezar derbas kir

Li cîhanê hejmara kesên ku bi virûsa Korona ketine derket 422 hezar û 959’an, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî, bû 18 hezar û 907. Heta niha 109 hezar û 143 kesên bi korona ketine jî baş bûne.


Li gorî malpera https://www.worldometers.info/coronavirus/ ku rojane amarên hemû welatan dide, hejmara kesên virûsa Korona ya li Çînê derket û li tevahiya cîhanê belav bûye, her zêde dibe.

Heta niha hejmara kesên bi koronayê ketine derketiye 422 hezar û 959’an, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî, bûye 18 hezar û 907.

Heta niha 109 hezar û 143 kesên bi korona ketine jî baş bûne.

Li hin welatên hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane wihane:

Îtalya: 6 hezar û 820

Çîn: hezar 281

Îspanya: 2 hezar û 991

Îran: hezar û 934

Fransa: hezar û 100

Amerîka: 782

Birîtanya: 422

Hollanda: 276

Almanya: 159

Korya Başûr: 126

Belçîka: 122

 

(a)