Hollanda bang li sefîrê Tirk kir

Hikûmeta Hollandayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi tundi şermezar kir û xwest ku êrîşan rawestîne. Wezareta Karên Derve ya Hollandayê bang li sefîrê Tirk kir ku were wezarê ku şermezariyê ragihînin.


Piştî destpêkirin êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Stef Blok daxuyaniyek nivîskî weşand. Blok destnîşan kir ku Holanda êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar dike û got; “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku di vê rê de dom neke.”