Hollanda biryar da ku çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Hikûmeta Hollandayê biryar girt ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestîne.


Li gorî nûçeyan ajansa sputnîk, hikûmeta Holanda êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û biryar girt ku firotina çekan ji bo dewleta Tirk rawestîne.