Îran, Tirkiye û Rûsya wê cara 13'yemîn bicivin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bugdanov eşkere kir ku wê cara 13'yemîn Rûsya, Tirkiye û Îran di meha Tebaxê de li bajarê Nursultan ê Kazaxistanê bicivin.


Li gorî ajansa TASS' a Rûsyayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Taybet ê Putîn ê karûbarên Rojhilata Navîn Mîxaîl Bugdanov eşkere  kiriye  ku wê vê carê Rûsya, Tirkiye û Îran di meha Tebaxê de li bajarê Nursultan ê Kazaxistanê bicivin.

Bugdanov diyar kir ku wê civîn bi beşdarbûna serokkomarên her sê welatan pêk were û mijara civînê rewşa  Sûriyeyê ye. Herwiha got ku wê çavdêrên Libnan û Iraqê ji beşdar bibin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha Îran, Tirkiye û Rûsye bi navê 'Danûstandinên Astana' de li ser rewşa Sûriyeyê civiyane, tê hîn ti encamên berbi çav nîne.

(ab)