Ji 28 welatên YE daxuyaniya hevpar: Dawî li operasyonê bîne

28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hevpar li Tirkiyeyê kirin û wiha hate gotin, “Dawî li operasyonê bîne.”


Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye ku di saetên êvarê de ji Qamişlo heya Kobanî daye destpêkirin, 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropa bangeke lezgîn li Tirkiye kirin.

Welatên YE bi daxuyaniyeke hevpar ji Tirkiye xwestin ku dawî li êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Yekîtiya Ewropayê, bang li Tirkiye dike ku dawî li tevgera leşkerî ya yek alî ku li Bakurê Sûriyê daye destpê kirin bîne.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha têgotin, “Qaşo ‘Herêma Bi Ewle’ ya Tirkiye plan dike li Bakurê Sûriyê ji bo vegera koçberan çêbike, ne pêkane bersiva krîterên navnetewî bide. NY, li cihên ku mafê gelên herêmê lê were binpêkirin, wê alîkariya aramiyê yanjî geşepêdanê neke.”

(bz)