Ji gelek welatan dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn

Almanya, Firansa, Îtalya, Birîtanya û Yekîtiya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û xwestin ku êrîş bên rawestandin.


Li gel êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dane destpêkirin, ji gelek welatan nerazîbûn û şermezarkirin hat.

Wezîrê Karê Derveyê Elmanyayê: Êrîşê rawestînin

Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heîko Maas êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi awayekî tund şermezar kir. Maas diyar kir ku bi van êrîşan wê li herêmê îstîkrar têk biçe û DAIŞ xurt bibe.

Maas bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên xwe bide sekinandin û pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Senatorê DYA’yî: Berdêla wê ji bo Erdogan wê giran be

Senatorê Amerîkî Lîndsey Graham destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriyê wê ji bo dewleta Tirk bi berdêleke giran be. Senatorê Partiya Komarê Graham got, "Ji bo hevalbendên me yên Kurd dua bikin ku ji aliyê rêveberiya Trump ve bi rengekî rûreşî hatin terikandin.”

Senator got, "Ji bo ku Erdogan berdêla herî giran bide ez ê li Kongreyê bikevim nava hewldanan."

Fransayê bi tundî şermezar kir

Wezîra Karên Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn demeke kurt piştî destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û êrîş bi tundî şermezar kir.

Montchalîn got, "Em; Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî bûyerê bi tundî şermezar dikin. Em der barê vê bûyerê de deklarasyoneke hevpar amade dikin ku li ber qedandinê ye."

Wezîr diyar kir, wan mijar xistiye rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Serokê Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claûde Jûncker jî bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li êrîşên xwe yên li Sûriyeyê bîne.

Jûncker li Parlamenta Ewropayê axivî û got, "Fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriyeyê hene ku divê em fêm bikin. Lê belê em bang li Tirkiyeyê û aktorên din dikin ku bi xwînsarî tevbigerin. Eger plan ew be ku herêmeke ewle bê avakirin, ne li bendê bin ku Yekîtiya Ewropa maliyeta wê bide ser milê xwe."

Hikûmeta Îtalyayê jî, bi heman rengî nerazîbûn nîşanî êrîşan da û diyar kir ku êrîş wê aramiya herêmê têk bibin.